Jiyanname
Ezîz Hebîb di sala 1929an de li gundê Bêdarûnê yê navçeya Goretû ya navçeya Mêrgasorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, bi eslê xwe ji gundê Pîresalê bû, li Yekîtiya Sovyetê xwendina xwe ya çandinê domand.
Xebatname
Ezîz Hebîb di 23ê Gulana 1947an de ligel general Mistefa Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê ve diçe û di şerê gelyê Qiturê û şerê pira Mako beşdar bûye û piştî gelek zor û zehmetiyan, di 18'ê Hezîrana 1947'an de ji çemê Arasê li ser sînorê Îran û Sovyetê derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe.
Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê komara Azerbaycanê, çil rojan di kampeke girtî de ya ku dora wî bi têlên xerî hatiye dorpêçkirin hatin bicihkirin, ji aliyê komek leşker ve dihatin parastin û ji aliyê xwarin, cil û berg û veguheztinê ve weke girtiyên şer serederî di gel da dihat kirin. Paşê bi biryara dewleta Sovyetê ew li Azerbaycanê li herêmên Axdam, Laçîn, Ayulax û Kelbecerê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna yekem a 1947an de, ew ji bo baregeheke leşkerî ya li ser Deryaya Xezerê li Baku, paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhestin û di 23ê heman mehê de cil û bergên leşkerî dan wan û di bin çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê de rojane 8 saetan perwerdeya leşkerî derbas kirin. Di heman demê de ji aliyê çend hevalên xwe yên xwenda ve rojê çar saetan dersên fêrbûna zimanê kurdî werdigirtin.
Piştî serederya xirab a Cefer Bakirov bi hevalên wî re, biryar hat girtin ku di 29ê Tebaxa 1948an de kampa leşkerî ji Komara Azerbaycanê veguhezînin civata Çirçukê ya li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir perwerdeya xwe ya leşkerî domandin.
Di Adara sala 1949an de ew û hevalên xwe taxim taxim bi trênê li gundên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û li zeviyên kolxozan (erdên ku xelkê ji dewletê standibûn û paşê pişka hikûmetê didin) xebitîn.
Piştî hewldaneke zêde û şandina çend nameyên general Barzanî ji Stalîn re, di dawiyê de nameyek gihîşt Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û wî jî di cih de biryara avakirina komîteyek ji bo lêkolîna rewşa hevalên Barzanî da û di dawiyê de biryara komîtê ew e ku wan hemûyan li bajarê Vrîviskî kom bikin, ji ber vê yekê, navhatî di meha Mijdara 1951ê de diçe bajarê Vrîviskî li Sovyetê.
Di sala 1958an de Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin, navhatî di 16’ê Nîsana 1959’an de tevî hevalên xwe bi keştiya Girozya di rêya bendera Besra ya li başûrê Komara Iraqê re vedigere Kurdistanê.
Di sala 1961ê de beşdarî Şoreşa Îlonê bûye û di Şerê Geliyê Zawîta (1961), Şerê Çiyayê Pîrisî û Darê Nêrgizînê (1963) û Şerê Gerû Kujê (1964) beşdar bûye. Di hêzên Kawa û Helgurdê de berpirsê darayî û kargêrî bû. Di Mijdara 1969’an de li herêma Sengeser şehîd bû û li goristana Hacî Omeran hate veşartin.
Çvakanî:
- Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Mekteba Siyasî, Arşîva Mekteba Siyasî, Şehîdên Şoreşa Îlonê sala 1968an.
- Sefer Yousif Mîrxan Jajokî, Di 50 Saliya Vegera Rêhevalên Barzaniyê Nemir ji Sovyetê bo Kurdistanê, Rojnameya Xebat, Organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 3148, Hewlêr, 16.04.2009.
- Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê heta Yekîtîya Sovyetê, çapa 1., (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
- Kovara Hataw, Hejmar 154, Sal 6, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistanê, Înî 15.04.1959.
- Di bîranîna fermandarê şehîd Heso Mîrxan Jajokî de, 62 roj ligel Barzanî, çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997).
- Leyth Abdul Mohsen Cewad El-Zubaidi, Şoreşa 14 Tîrmeha 1958 li Iraqê, (Bexda - Weşanxaneya Dar El-Reşîd - 1979 AD).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Necef Qulî Pisyan, ji Mehabada xwînwî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa 1., (Pîrmam - Yobîla Zêrîn ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - 1996).
- Bîranîn ji bo Şehîd Ezîz Hebîb Pîresalî, Kovara Dengê Pêşmerge, Organa Rêxistina Pêşmerge, Hejmar 94, Pîrmam, Çapxaneya Rewşenbîrî, Kanûna yekem 2006.
- Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.