Eşqî Areb Badîn

Di sala 1936 li gundê Rêzan ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesora parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Di sala 1979 peywendiyê bi şoreşa Gulan ve dike û li Hêza Barzan de dibe Pêşmerge. Bi raperîna mezina sala 1991 re vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.


Eşqî Arab bi ragihandina şoreşa Eylûlê re li 11 ê Eylûla 1961 li cem Haris Bêdarunî bûye Pêşmerge û bi Barzaniyê Nemir re li çiyayê Pîris bûye. Di sala 1962 bi Barzaniyê Nemir re derbasî navçeya Soran û Balek bûye. Eşqî Arab bi hêza xwe re û bi fermandeyî ya Haris Bêdarunî çûye navçeya Balek û Pişderê. Di dema Hêzên Pêşmerge êrîşî ser Qişleya Rayat kirin, navbihurî ji bo rêgirtina hatina artêşa Iraqê û cehşan ya ji bo şikandina dorpêça li ser hêza Pêşmerge ya li ser Qişleya Rayat, li çiyayê Helgurd Hêza Piştevan bûye. Di heman salê da vegeriyaye Sirêşme û li wir ve çûye Çiyayê Biradost û Barzan. Di sala 1963 beşdariyê li şerên berevanîkirina wan êrîşan kiriye ku li ser wan navçeyan de dihate kirin. Li encama wan berevaniyan de dijmin neçarbûye paşve bikişê. Di heman salê da bi hêza xwe ya Haris Bêdarunî û Barzanî re vegeriyaye navçeya Soran û heta sala 1965 li Sengeserê bûye. Di heman salê da ji bo mekteba siyasî hatiye veguhestin û erkê pasevaniya beşa parastina şoreşê wergirtiye ku Mesûd Barzanî berpirsê wî bûye. Heta sala 1974 li wê erkê de berdewam bûye û paşê bûye Fermandeyê Betalyona Yek.

 

Piştî şikesta şoreşa Eylûlê ya li sala 1975 di destpêkê de li komelgeha Rebet ya li navçeya Serdeşt bûye û paşê çûye Nexede û li wir bûye pasevanê Mala Barzaniyê Nemir. Di sala 1979 peywendiyê bi Şoreşa Gulanê ve dike bi Hêza Barzan re vegeriyaye Zêwe û bi Dr Seîd Ehmed Nadir re çûye Bêdar û Ketîne û li wir Baregeha Hêzê avakirine û bi mefrezeya gerok ziyaneke mezin li pêgehên rejîmê gihandiye. Paşê di sala 1988 baregehê veguhestine Heyat û Geliyê Reş. Piştî operasyona berfireha Enfal û kîmyabarankirina navçeya Behdînanê vegeriyaye Rojhilatê Kurdistanê. Li jiyana Pêşmergayetiyê de beşdariya dehan şerên cûda cûda kiriye û li şerên çiyayê Berzêwe li devera Balek ya li sala 1964 û çiyayê Pîran li sala 1984 û çiyayê Wertê û Direbî û şerê Rewandizê ya li sala 1995 de birîndar bûye. Bav û birayekî wî li şerê çiyayê Bêdarunê ya li sala 1937 de şehîd bûne. Birayekî wî yê din li sala 1988 li pişt gundê Kekle ya li devera Mêrgesorê şehîd bûye. Li kongreya 13 ya sala 2010 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye. Niha bi pileya Eqîd li nav rêzên leşkerî ya Pêşmergeyên Kurdistanê li Barzan berdewamiyê bi xebata xwe dide.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Edith Maubec

Edith Maubec, bi navê (Madam Koçêra), hatiye nas kirin. Li sala 1969 ve karê rojnamevaniyê û wênegirtinê dike. Pîsporê Rojhilata Navîn û Kurdistane û di sala 1971 hejmarek gotarên wê yên li ser Kurdistanê li rojname û kovarên Fransî û navdewletî de hatine belavkirin. Ji ber wan xizmetên pêşkêşî Kurd û Kurdistanê kirine, li sala 2010 û li kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Elî Têlî Kemî

Elî Têlî Kemî bi navê (Elî Têlî), hatiye nas kirin. Di sala 1945 li gundê Bêbo ya li nahiye ya Nêrwe û Rêkanî ya ser bi qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye. Li 16 ê kanûna yekema 2010 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Ebdula Derwêş Elî

Ebdula Derwêş Elî, bi navê (Ebdula Derwêş Eredinî), hatiye nas kirin. Di sala 1945 li Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1979 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re kiriye. Hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Hacî Xidir Omer Ezîz

Hacî Xidir Omer naskiriye bi navê (Hacî Xidir), di sala 1956 li gundê Bêxebar ya li navçeya Batîfa ya ser bi qeza Zaxo ji dayik bûye. Di sala 1974 peywendiyê bi şoreşa Eylûlê ve kiriye û li betalyona çar ya Hecî Qado (Qedo) li Zaxo bûye Pêşmerge ku Îsa Siwar Fermandeyê wî bûye. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê ya li sala 1975 vegeriyaye navçeya xwe. Paşê têkilî û peywendiyê bi şoreşa Gulan ve dike û bi mefrezeyên Meho Gewda heta ku sala 1983 li gelek şeran de beşdariyê kiriye.

Agahiyên bêtir

Dr Frédéric Tissot

Dr Frédéric Tissot, di sala 1981 li rêya Kendal Nezan Serokê Enstîtuya Kurd ya li Parîsê welatê Fransa ve pirsgirêk kêşeya gelê Kurd nas kiriye. Di sala 1982 diçê Rojhilatê Kurdistanê. Di sala 1989 beşdariya konferanseke li Parîs ya di derbarê kêşeya Kurd de dike. Piştî vekirina Konsulxaneya Fransa li 23 ê Eylûla 2007 li bajarê Hewlêrê, Dr Frédéric Tissot yekemîn Konsulê wî welatî bû li Kurdistanê. Li roja 15 ê Gulana 2013 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.

Agahiyên bêtir