Ehmed Mela Siwar Omer

Ehmed Mela Siwar di sala 1941 li gundê Mela Siwar ya ser bi qezaya Mêrgesorê ji dayik bûye, kurê Mela Siwar Omere ku li şoreşa Barzan (1943-1945) de beşdar bûye û li 25 ê Eylûla 1945 li şerê Meydan Morîk de şehîd bûye.


Ehmed Mela Siwar li sala 1962 peywendiyê bi şoreşa Eylûlê ve kiriye û li Hêza Omer Axayê Dolemerî de bûye Pêşmerge. Bi hêzeke taybetî ya ser bi Barzaniyê Nemir re derbasî navçeya Soran bûye. Li sala 1974 di dema destpêkirina şerê di navbera Hikûmeta Iraqê û şoreşa Kurd de bûye li bereya şerê Sipîlk de bûye Serpel. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê ya li sala 1975 li gundê Mela Siwar maye. Di sala 1980 dûbare vegeriyaye nav rêzên hêzên Pêşmerge û li gundê Heyat Fermandeyê Mefrezeya Gerok bûye. Li 31 Gulana 1981 di dema danîna kemînek li ser artêşa Iraqê de bi dijwarî birîndar bûye û ji bo Îranê hatiye veguhestin. Piştî baş bûnê dûbare vedigerê nav rêzên hêzên Pêşmerge û dibe Cîgirê Dr. Seîd Nadir.

 

Di sala 1987 bûye berpirsê rêxistina Karox û li sala 1988 piştî lehiya operasyona Enfalê û kîmyabarankirina navçeya Behdînan diçe Rojhilatê Kurdistanê. Li sala 1989 bûye berpirsê pasevanên Mekteba Siyasî ya li Rajan. Li sala 1991 li gor plana dariştiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Bereya Kurdistanî ya di derbarê raperîn û serhildanê, bi birêz Nêçîrvan Barzanî re li raperîna bajarê Silêmaniyê de beşdarbûye. Di sala 1992 vegeriyaye nav Hêza Barzan û bûye Fermandeyê Hêzê. Di sala 1993 erkê fermandeyê betalyona sê ya leşkerê taybetî pê hatiye spartin. Di sala 1994 bi betalyona xwe erkê pasevanê Mekteba Serok wergirtiye. Li sala 1995 li şerê berevaniya li şerîet li deşta Hewlêrê birîndar bûye.

 

Ehmed Mela Siwar li şerên Serê Akrê û Berî Nizar û Bilê û Barzan û şerê Pîrfat û şerên devera Balekayetî û şerê Karox û Sipîlk û şerên Mêrgesor û Goretû û Bawe de beşdar bûye. Li sala 2009 tûşî nexweşiya şêrpence bûye. Li kongreya 13 ê sala 2010 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve medalya Barzaniyê wergirtiye. Li 4 ê Nîsana 2012 bi nexweşiyê koça dawî kiriye.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Yasîn Bêroxî

Yasîn Cewher Mamal, bi navê (Yasîn Bêroxî), hatiye nas kirin. Di sala 1925 li parêzgeha Hekarî ji dayik bûye. Di sala 1946 li Komara Dêmokratîka Kurdistanê de peywendiyê bi hêza Barzan re kiriye. Di sala 1961 bûye Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê. Di 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Mistefa Amêdî

Mistefa Husên Mihemed, di sala 1939 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Şarezayî li bikaranîna bêtelê de hebû, ji ber wê yekê ew berpirsê Bêtelê hêza Behdînan bûye. li 16 ê tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, medalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Zekî Hesen

Mihemed Zekî Hesen, di sala 1953 li gundê Biyê ya li devera Berêgarê ya ser bi qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1974 peywendiyê bi Hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê dike û li Hêza Helgurd de li cem Dilovan Salih Ebdulezîz bûye Pêşmerge. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û pêşî çûye bajarê Nexede ya li Rojhilatê Kurdistanê û paşê jî li wargeha Cehrim hatiye nîştecîh kirin.

Agahiyên bêtir

Mihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclurî

Mihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclurî, di sala 1902 li gundê Baclurê ya li navçeya Zawîte ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Yek ji peyrewên Şêxên Barzanê bûye û beşdariya şoreşa yekema (1931-1932) Barzan de kiriye. Piştî şikesta şoreşê bi cengawerên Barzanî re çûye Bakûrê Kurdistanê û piştî demekê vegeriyaye gundê xwe.

Agahiyên bêtir

Keko Mela Elî

Keko Mela Elî Mêrgesorî di sala 1917 li qeza Mêrgesorê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Li 12 Tişrîna Duyema sala 2000 li Mêrgesorê koça dawî kiriye û her li wir jî bi axê hatiye spartin.

Agahiyên bêtir