Dr Frédéric Tissot

Dr Frédéric Tissot, di sala 1981 li rêya Kendal Nezan Serokê Enstîtuya Kurd ya li Parîsê welatê Fransa ve pirsgirêk kêşeya gelê Kurd nas kiriye. Di sala 1982 diçê Rojhilatê Kurdistanê. Di sala 1989 beşdariya konferanseke li Parîs ya di derbarê kêşeya Kurd de dike. Piştî vekirina Konsulxaneya Fransa li 23 ê Eylûla 2007 li bajarê Hewlêrê, Dr Frédéric Tissot yekemîn Konsulê wî welatî bû li Kurdistanê. Li roja 15 ê Gulana 2013 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.


Dr Frédéric Tissot, di sala 1951 li Cezaîrê ji dayik bûye. Di sala 1962 vedigerê Fransa û li bajarê Lyon ya Fransayê nîştecîh dibe. Qonaxên xwendinê li welatê Fransa temam dike û li sala 1980 dibê pizîşk. Di dema çend salekê navendeke tendirustî ya gundnişînî ya li geliya (Des Aït Bouguemez) birêve dibe û alîkariya nexweşên wê deverê dike. Wekî pizîşkekî Fransî, biryarê dide alikariya wan xelkan bike ku bi taybetî ew welatên dûrin û şer li wan de berbelave û hîç hevkariyeke bi destê wan negihe, yarmetiya wan bide.

 

Dr Frédéric Tissot, jiyanekî pir li serkêşî jiyaye. Di sala 1982 diçê Rojhilatê Kurdistanê û wekî Pêşmergeyek li gundê Mezrê li navçeya Alanê ya Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê li nexweşxaneya Partiya Dêmokrata Kurdistana Îranê de xizmeta nexweş û birîndarên şerê Hikûmeta Îranê dike.

 

Dr Frédéric Tissot, Endamê Pizîşkên Bêsînor e, di sala 1981 li rêya Kendal Nezan Serokê Enstîtuya Kurd li Parîsa welatê Fransa kêşeya gelê Kurd ji nêzîk ve naskiriye. Tissot bi radeyekê bi êş û jana gelê Kurd re têvlî bûye. Piştî wê yekê ku Kurdistanê bi cîh hişt û vegeriya welatê Fransa bi hemû awayekê hevkarê tevgera rizgarîxwaziya Kurd kiriye. Di sala 1984 li çiyayên Kurdistanê bi Bernard kuşnêr(Kouchner), re hevaltî kiriye. Dr Frédéric Tissot dijî ewe bûye ku partiyên Kurdan dijî hevdû şer bikin û berdewam li navbera wan de hewla navberiyê kiriye. Di sala 1984 vedigerê welatê Mexrîb û heta pênc salan li wî welatî xizmetê bi kerta tendirustiyê dike û alîkariya nexweşan dike.

 

Di sala 1989 beşdariya konferanseke li Parîsê ya di derbarê kêşeya Kurd dike û li vî derbarî de dibêje: Her yek ji welatên Tirkiye û Iraq û Îran û Suriye bi encamdana wê konferansê xweşhal nebûn. Di sala 1991 bi Bernard Kouchner re rola wî li dariştina biryara 688 ya Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekgirtî ya ji bo dabînkirina navçeya azad û dijîfirînê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê de hebû. Di sala 1991 çendîn caran serdana Başûrê Kurdistanê dike.

 

Li 12 Temûza 2006 li bajarê Port-au-Prince ya paytexta welatê Haîtî rastî rûdaneke dijwar bû. Piştî qezayek ku kevanekî karebayî (elektirîkê) ya li ser hêla volaja bilind ew avêt hewayê û di dema ketinê da birbira pişta wî şikiya. Ji wê demê ve nikare bimeşe û kursiya gerok bikartîne.

 

Li 23 ê Eylûla 2007 welatê Fransa Konsulxaneya xwe li bajarê Hewlêrê vekir û Dr Frédéric Tissot, yekemîn Konsulê welatê Fransa bû li Hewlêr ê. Ji wê rojê ve bi awayeke fermî nûnerayetiya welatê xwe ya li Herêma Kurdistanê kiriye. Wekî dîblomatkarek û hevsozê kêşeya Kurd herdem li hewla bi hêz kirina peywendiyên welatê Fransa bi Herêma Kurdistanê re bûye. Li vî derbarî de dibêje: Ez dîblomat nebûm ku erkê Konsulê welatê xwe li Kurdistanê bi min hate dayîn, belku ez bi rêya karê pizîşkî re tevlî siyasetê bûm.

 

Dr Frédéric Tissot, heta sala 2012 li Kurdistanê maye û beşdariya gelek helkeft û rêwresmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kiriye û pirekî bi hêz ya peywendiya di navbera Kurdistan û Fransayê bû. Li gelek helkeftan de tacegul li ser Mezarê Şehîdan û Enfal kiriyan li Barzan û Helebçe û Germiyan û Behdînan û Balîsan hemû cihên dinên Kurdistanê de daniye.

 

Di roja 30 ê Eylûla 2012 ji ber dawî hatina erkê wî yê wekî Konsulê Fransa li Hewlêrê vegeriya welatê xwe. Di dema birêkirina wî merasîmeke hêja ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li hola Şehîd Se'ed Ebdula ji bo wî hate rêkxistin û çendîn berpirsên pile bilindên hikûmetê li wê rêwresmê de amadebûn û spas û hûrmeta Hikûmet û gelê Kurdistanê pêşkêşî wî kirin ku nêzîkî sîh salan xizmeta doza rewaya gelê Kurd kiriye. Li rêwresmê da Dr Dr Frédéric Tissot spasî Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî kir û xweşhaliya xwe derbirî ku wekî dîblomatkarek xizmeta doza rewaya gelê Kurd kiriye. Tekez li wê yekê kir ku wekî dosteke Kurd berdewam dibê li xizmet kirina wan neteweyên ku mafên wan hatine xwarin û wekî dostekî Kurd dimîne.

 

Ji ber wan xizmetên ku çi li ser asta Kurdistanê û Fransa û asta cîhanê de pêşkêşî gelê Kurdistanê kiriye, li roja 15 ê Gulana 2013 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir