Ev dastan li deşta Hewlêrê di navbera artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge de qewimî di dawiya payîza sala 1965an de. Artêşa Iraqê êrîşî ser binkeh û baregehên pêşmergeyan kir da ku metirsiyên pêşmergeyan li ser bîrên petrolê yên Kerkûkê û daketina komên pêşmergeyan bo nav bajar û bajarokan kêm bike. Lê belê artêşa navborî rastî şikesteke mezin hat, ziyaneke mezin a canî û maddî lê ket û nekarî armanca xwe bicih bîne.
Sala 1965an deverên şoreşa Kurdî rastî gelek şer û dastanan hatin ji aliyê artêşa Iraqê ve, da ku dengê şoreşê di hemû wan deveran de bêdeng bikin û çalakiyên wan têk bibin. Lê di gelek ji wan şeran de û di êrîşên pêşmergeyan de li dijî çend cihan, serkeftinên berbiçav hatin bidestxistin. Çend deverên Kurdistanê dîsa ketin bin desthilata şoreşê, wek deverên Qeladizê, Çiwarta, Xoşnawetî, Çiyayê Sefîn, Qeredax, Germiyan, Kelir û Warmawe.
Deşta Hewlêrê, an bi taybetî gundê Bêstane, yek ji wan deveran bû ku kete ber êrîşa artêşa navborî. Bêstane gundekî biçûk ê deşta Hewlêrê ye, girêdayî nahiya Qoştepe ye, li rojhilata bajarê Hewlêrê bi dûrahiya nêzîkî 30 km. Ji ber ku devereke girîng bû ji bo şoreşê û nêzîkî Hewlêr, Pirdê (Altûn Koprî), Qoştepe û Teqteq bû, ji wan deran artêşa Iraqê bi hêsanî dikarî êrîş bike. Hêzên pêşmerge jî bi hêsanî dikarîn ji wir kom û taqim û refên xwe bişînin nav wan bajar û bajarokan û çalakiyên partîzanî pêk bînin û vegerin cihê xwe.
Diyar e ku hikûmetê di vê helkefta leşkerî de mebest bû ku binkeh û baregehên pêşmergeyan ji van deverên deşta Hewlêrê dûr bixe, da ku metirsiya li ser bîrên petrolê yên Kerkûkê nemîne ji aliyekî ve, ji ber ku bîrên petrolê gelek caran diketin ber êrîşa pêşmergeyan. Ji aliyê din ve jî dixwest çalakiyên pêşmergeyan li ser bajarê Hewlêr, Koyê û cihên din kêm bike. Ji ber van sedeman, hikûmetê di payîza sala 1965an de dest bi êrîşeke mezin û berfireh kir, ku ji artêş û çekdarên kirêgirtî (caş) pêk dihat, bi piştgiriya tank û topên dûravêj û balafirên şer, li ser binkeh û baregehên pêşmergeyan li Bêstane û deşta Koyê û Hewlêrê, ku wek êrîşa pênc alî jî tê binavkirin.
Êrîşa artêşa Iraqê û çekdarên kirêgirtî (caş) ji pênc aliyan ve dest pê kir: Hêzek ji Qoştepe ber bi Bêstane, hêzeke din ji Derbendê Gome Spanê, hêzeke din ji Teqteq û nahiya Şiwane, hêza çarem ji Hewlêrê ber bi Daretû û Bêstane û hêza pêncem ji gundê Qeşqe ber bi Bêstane, herwiha ji Koyê ber bi Dêgele û gundê Talebana Biçûk. Ev êrîş rûberekî mezin û berfireh ê deşta Hewlêrê digirt, ku ji bo maweya mehekê bi berdewamî êrîşên artêşa Iraqê li ser binkeh û baregehên pêşmergeyan ji çend aliyan ve li deşta Hewlêrê domand.
Destpêka êrîşê bi topbaraneke giran a sengerên pêşmergeyan dest pê kir. Ji Hewlêr, Derbendê Gome Span û Qeşqeyê yekîneyên topxaneyan hatibûn bicihkirin. Ji bilî vê yekê, ji berbanga sibehê heta êvarê hêza esmanî ya hikûmetê bargehên pêşmergeyan bombebaran dikir, bi wê armancê ku di demeke kurt de hemû wan deverên di bin kontrola pêşmergeyan de bigirin û sengerên wan vala bikin û ew deşta fireh vegerînin bin destê hêzên artêşa hikûmetê.
Lê xuya ye ku hêzên pêşmerge berî destpêka êrîşê agahdar bûbûn ku êrîşeke berfireh li ser sengerên wan ên li wê herêmê tê plankirin. Ji ber vê yekê, wan hemû amadekariyên parastinê ji bo rûbirûbûna hêza mezin a artêşa Iraqê kiribûn. Yek ji van amadekariyan veguhestina hemû pêşmergeyên birîndar an nexweş û yên ku nikarin şer bikin bû bo herêmên din ên şoreşê ku metirsiya êrîşa hikûmetê li ser wan tunebû, da ku di dema şer de nebin bargiranî li ser pêşmergeyan, an jî di rewşeke nexwestî de, bi taybetî di rewşa şikestinê de, nekevin destê dijmin.
Di vî şerî de, nêzîkî 200 pêşmergeyên pispor di şer û parastinê de xwe gorî kirin û sengerên parastinê xurt kirin. Herwiha, wan soza man û nemanê bi hev re û bi ax û baweriyên kurdî re dubare kirin. Bi fermandariya Faris Bawe, Ehmed Hacî Elî, Qadir Ezîz Wiso Dizeyî û Seyid Kake, di destpêka şer de pêşmergeyan bi awayekî wisa li hember hêzên artêşa Iraqê û çeteyan berxwe dan ku di maweya mehekê de, êrîş li pey êrîşê, nehiştin artêşa Iraqê bigihîje binkeh, bargehên wan û sengerên wan. Ev yek bû sedema şokbûna hêzên artêşa Iraqê ku bi hemû wan şiyanên leşkerî û lojîstîkî û çek û teqemeniyan ku di destê wan de bûn, nekarîn tiştê ku mebesta wan bû û ji bo wê plan danîbûn, bicih bînin.
Piştî mehekê ji êrîş û pelamarên li ser sengerên pêşmergeyan, artêşa Iraqê nekarî armanca xwe pêk bîne û bi ser pêşmergeyan de serkeve. Ji ber vê yekê, piştî zirar û ziyaneke mezin ku ji kuştina bi dehan leşker û têkçûna gelek wesayîtên leşkerî pêk dihat, bi neçarî paşvekişiyan hêzên xwe kirin bo cihê ku jê hatibûn û dest bi tevgerê kirin û herêm berdan.
Piştî bidawîhatina êrîşa artêşa Iraqê, di nav hêzên pêşmerge de jî ziyanên giyanî çêbûn ku ji şehîdbûna 6 pêşmergeyan û birîndarbûna 14 pêşmergeyan pêk dihat. Herwiha zêdetirî 20 gund ji aliyê çekdarên kirêgirtî (caş) ve hatin şewitandin û nêzîkî 50 welatî ji jin û zarokan bi bombebaran û topbarana balafiran şehîd û birîndar bûn. Lê ev nebû sedema daketina morala pêşmergeyan ku dev ji çalakiyên partîzanî berdin. Ev bû ku di demeke kurt de çend komên pêşmergeyan xwe gihandin nav bajarê Hewlêrê û êrîşî çend saziyên leşkerî yên hikûmetê kirin, da ku ji aliyekî nîşanî hikûmetê bidin ku morala pêşmergeyan daneketiye û di çalakiyên partîzanî de berdewam in, ji aliyê din ve jî xelkê bajarê Hewlêrê piştrast bikin û ji wan re ron û eşkere be ku ev êrîşên hikûmetê bandoreke neyînî li ser hêz û morala pêşmergeyan nakin.
Çavkanî:
1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg III, Beş I, Şoreşa Îlonê 1961-1975, Çapa Yekem 2004.
2. Arî Kerîm, Çend Rûpelên zindî di Şoreşa Îlonê de,, Çapxaneya Xebat, Duhok 1999.
3. Xorşîd Şêre, Têkoşîn û Xwîn, Bîranînên Salên Têkoşîna Pêşmergayetiyê, Çapa Sêyem, Hewlêr, 2015.
4. Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Îlonê, Avakirin û Hilweşandin, 1961-1975, Çapa Çarem, 2021.
5. Seyîd Kake, Bîranînên Pêşmergeyekî, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, çapa 1, 1997.
6. Ebdulrehman Melazade: Şêweya Pêkhatina Şoreşa Îlonê, Çapa Duyem, Duhok.