Yunis Abdulezîz Teha Pîrdawit
Yunis Abdulezîz Pêşmergeyê şoreşa Gulan bûye, li sala 1986 li devera Zurgezrawî şehîd bûye.
Agahiyên bêtirYunis Abdulezîz Pêşmergeyê şoreşa Gulan bûye, li sala 1986 li devera Zurgezrawî şehîd bûye.
Agahiyên bêtirXoşewî Esed Mîr Ehmed li sala 1991 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve dike. Di sala 1997 li şerê berevaniya li serweriya yasa li Çiyayê Direbî bi gulleyê çekdarên PKK hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirXidir Ehmed Mistefa Abdulla, naskiriye bi (Hosta Xidir Mistefa), di sala 1931 li gundê Rustê ya nahiyeya Simîlana qezaya Çoman ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li medreseyê xwendiye, xêzandar bûye û xwediyê du kur û du keç bûye, li 16 ê Temûza 1962 ji aliyê cehşên Kerîm Xanê Biradost hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirSadiq Elî Sadiq naskiriye bi (Karwan), Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye, derçûyê xula heştem ya Pêgihandina Kadirên Partiya Demokrata Kurdistanê bûye, li sala 1987 nahiye ya Daretû şehîd bûye.
Agahiyên bêtirSebrî Hesen Sebrî li sala 1991 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve kiriye. Di sala 1997 li şerê berevaniya li serweriya yasa ya li Çiyayê Direbî bi gulleya çekdarên PKK hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirOmer Elî Tahîr sala 1991 bûye Pêşmerge û beşdariya raperîna sala 1991 kiriye. Li sala 1991 li Hewlêrê şehîd bûye.
Agahiyên bêtirQasim Teha Şerîf naskiriye bi (Qasim Ebu Şiwarb), Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye, pileya Serpel û Serleqî wergirtiye, li sala 1974 li tixûbê parêzgeha Silêmanî şehîd bûye.
Agahiyên bêtirOmer Teha Mehmud, sala 1955 li gundê Şîvê ya ser bi Mizûriya Bala ya qezaya Mêrgesora parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xwediyê du kur û sê keçan bûye û di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê dibe û li wargeha Zêwe nîştecîh dibe. Paşê ji bo bajarê Kirman ya li naverasta welatê Îranê ye têne veguhestin. Di sala 1991 piştî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê, malbata wî vedigerin û li bajarê Soran nîştecîh dibin.
Agahiyên bêtirMistefa Sofî Elî, naskiriye bi )Mistefa Firinçî(, sala 1947 li gundê Feqyanî ya ser bi qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li bajarê Sawe nîştecîh bûye. Di sala 1993 piştî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Rewandizê.
Agahiyên bêtirMistefa Omer Sêwik Lêlkanî, di sala 1973 li gundê Lêlkanî ya nahiyeya Sîdekan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Heta qonaxa seretayiyê xwendiye. Di sala 1988 koçberê welatê Îranê dibe û sala 1991 piştî raperîna cemaweriya Başûrê Kurdistanê vedigerê Başûrê Kurdistanê.
Agahiyên bêtirMihemed Ziyad Mihemed Emîn, di sala 1940 li gundê Feqiyan ya ser bi qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar û xwediyê zarokan bûye. Mihemed Ziyad kesayetiyê gundê Feqiyan bûye û ji bo baştirkirina rewşa jiyana gundnişînan kar kiriye.
Agahiyên bêtirMeqsud Feqe Omer Hemed, di sala 1955 li gundê Amoka ya ser bi nahiye ya Herîrê ya qezaya Şeqlaweya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar bûye û xwediyê çar kur û du keçane.
Agahiyên bêtir