Resul Salar Ferec Mihemed

Resul Salar Ferec Mihemed, di sala 1982 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re kiriye û li Lîjneya Navçeya Helepçe ya ser bi Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Di sala 1983 an de di dema encamdana çalakiyeke partîzanî yali bajarê Helepçeyê de ji aliyê saziya emna rejîmê ve hatiye destgîr kirin û di salaî 1985 an de li ber lêborîna giştî dikevê û tê azad kirin û li 10 ê tişrîna yekem ya sala 1978 an da şehîd dibe.


şehîd Resul Salar Ferec Mihemed, di sala 1963 an de li bajarê Bexdayê ji dayik bûye. Derçûyê qonaxa navendî ye û ji ber ku bavê wî li destpêka şoreşa Eylûlê de dibê Pêşmerge, ji bo wê yekê li devera Balekayetî û qeza ya Çomanê nîştecîh dibin. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê bi malbata xwe re koçberî welatê Îranê dibe. Di sala 1979 an de vegeriya ye Kurdistanê û li bajarê Helepçe yê nîştecîh dibin.

 

Di sala 1982 an de li Lîjneya Navçeya Helepçe ya ser bi Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bibe Pêşmerge. Heman salê di dema encamdana çalakiyeke partîzanî ya li gundê Şîremerî ya ser bi deşta Şarezûrê ketiye nav kemîna cehşên rejîma Be'es. Li vê şerê de Resul Salar bi dijwarî birîndar bûye.

 

Di sala 1983 an de bi du hevsengerên xwe re ji bo encamdana çalakiyeke partîzanî vedigerêne nav bajarê Helepçeyê. Di dema encamdana çalakiya partîzanî de ji aliyê saziya emnî ya rejîmê ve têne destgîr kirin û di sala 1985 an de li ber lêborîna giştî dikevê û têne azad kirin.

 

Di sala 1985 an de piştî azad bûnê raste rast peywendiyê bi hêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1986 an de pileya Fermandeyê Mefrezeya Leqa Çar ya hêzên Pêşmergeyên ser bi Lîjneya Navçeya Helepçe ya Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê wergirtiye.

 

Li 10 ê tişrîna yekem ya di sala 1978 an de piştî encamdana çalakiyeke partîzanî ya li nava bajarê Helepçeyê û di dema vegeranê de ketine nava kemîna cehşên rejîma Be'esê û li encamê da Resul Salar şehîd bûye.


 


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Şakir Elî Mistefa

Şakir Elî Mistefa, bi navê Şakir Çawşîn hatiye nas kirin û Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û li sala 1966 li Gerûyê Omer Axa şehîd bûye.

Agahiyên bêtir