Rola jinê di tevgera rizgarîxwaz a Başûrê Kurdistanê 1958-1991

Title: Rola jinê di tevgera rizgarîxwaz a Başûrê Kurdistanê 1958-1991
Nivîskar:
Ziman: Kurdî
Published Date: 2023

Ev pirtûk lêkolîneke akademîk e li ser rola jinan di xebatên siyasî yên di navbera salên 1958-1991 de, ji pêşgotinek, degehek, sê beş, pêvek, belge û wêneyan pêk tê.

Di beşa yekem a vê pirtûkê de behsa rola jinan di nav partî û tevgerên siyasî yên kurd û iraqî de di navbera salên 1958-1991ê de ye û du mijaran li ser rola jinan di nav partiyên siyasî yên kurdistanî û iraqî de di navbera salên 1958-1975an de behs dike, wek Partiya Komunîst a Iraqê û Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurd (PASOK), Tevgera Îslamî li Başûrê Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê.

Beşa duyem jî li ser rola jinan di tevger û rêxistinên pîşeyî û cemawerî de ye û ji du mijaran pêk tê û behsa tevger û rêxistinên pîşeyî û cemawerî yên di navbera salên (1958-1975) de dike wek Yekîtiya Afretên (Jinên) Kurdistanê, Komeleya Berevaniya Mafên Jinan a Iraqê û Tevgera Aştîxwazan li Iraqê, Komel û rêxistinên jinan li Başûrê Kurdistanê di navbera salên 1975-1991’ê de wek Yekîtiya Afretên (Jinên) Kurdistanê, Komeleya Jinên Kurdistanê, Rêxistina Leyla Qasim, Yekîtiya Jinên Kurdistanê û Rêxistina pêşeng a Jinên Kurdistanê.

Di beşa sêyem de behsa rola jinan di şerê çekdarî û çalakiyên navneteweyî de tê kirin û sê mijar tê de cih digirin û behsa rola jinê di şerê çekdarî yê navbera salên 1961-1991, rol û beşdariya jinan di çalakiyên navneteweyî de, helwesta hikûmeta Iraqê ya li hemberî têkoşîna jinan a li Başûrê Kurdistanê di navbera salên 1958-1951’an de dike.

Daxistin (PDF) Bi serhêl bixwînin