Bêtel û dezgehên peywendîkirinê di Şoreşa Mezin a Îlonê de 1961 -1975

Title: Bêtel û dezgehên peywendîkirinê di Şoreşa Mezin a Îlonê de 1961 -1975
Nivîskar:
Ziman: Kurdî
Published Date: 2021

Pirtûk ji pêşgotinekê, yanzdeh beş, sê pêvekên wêneyan, wêneyên Bêtelê û belgeyan pêk tê.

Di beşa yekem a pirtûkê de behsa qonaxên derketina alavên peywendîkirinê û Şoreşa Îlonê û çawaniya bidestxistina alavên peywendîkirinê, desteserkirina yekem dezgeha Bêtelê li devera Behdînan û desteserkirina Bêtelê di şeran de tê kirin.

Di beşa duyemîn de qonaxên avakirin û berfirehkirina hewalgiriya giştî, qonaxa yekem di navbera 1961-1964, qonaxa duyemîn di navbera 1964-1970 û qonaxa sêyemîn û dawîn di navbera salên 1970-1975 de ye, Bêtela Aras, yekem bingeha Bêtelê ya şoreşê, şîrovekirina yekem birûska şîfrekirî di destpêka şoreşê de, Bêtel li navenda Mekteba Siyasî (Çamê Rêzan), destpêka avakirina tora peywendîkirinê (Bêtel) li baregeha Mekteba Siyasî, têkiliya di navbera Bêtela Şoreşê û Bêtela hikûmetê de, avakirina Bêtela Giştî di sala 1964-da, kursên Bêtelê, hene.

Beşa sêyem li ser birûskê û cureyên peywendîkirinê yên ji Bêtelê re û hem jî birûskên yekem ên ku ji damezrandina tora peywendîkirinê ve hatine şandin an hatine wergirtin ve girêdayî ye.

Di beşa çarem de behsa şîfrekirin û şîfrekariyê tê kirin û herwiha behsa pênaseya şîfrekirinê û rola biruskên şîfrekirî di parastina canê Pêşmerge û Mela Mistefa Barzanî û haydarbûna ji hatina rojnamevanên biyanî bi rêya nameyên şîfrekirî tê kirin.

Beşa pêncemîn behsa Morse dike, ku têgeheke ji bo şandin û pevguhertina name û biruskan e ku bi giştî ji xal û hêlan pêk tê vedibêje.

Di beşa şeşem de bi giştî behsa radyoyê dike, ku navgîneke din a peywendîkirinê ye, yekem radyoya şoreşê, yekemîn weşana radyoya Dengê Kurdistanê û hizra danîna navê radyoya şoreşê bi navê Dengê Kurdistana Îraqê, radyo hevalê nêzîk ê Mela Mistefa Barzanî.

Beşa heftem behsa telefonê û Gûherra şoreşê dike, yekemîn tora pêwendiya telefonê bû Şoreşa Îlonê.

Beşa 8’an behsa rola Teter di Şoreşa Îlonê de dike.

Beş 9’an Navendên Bêtelê û Sedemên Veguheztinê.

Beşa 10’an behsa beşên dezgeha hewalgiriya giştî û curên Bêtelê diyar dike.

Di beşa yazdehan de rola hewalgiriyê di perwerdekirina kadroyên parçeyên din ên Kurdistanê de hatiye pêşkêşkirin, her wiha alîkariya partiyên din ên Kurdistanê ji aliyê Bêtela Şoreşê ve, plana Mela Mistefa Barzanî ya ji bo kontrolkirina Bêtela dijmin, hin girîngî û karanîna Beytelê bi giştî, navên kadroyên Bêtelê di Şoreşa Îlonê de hatine behskirin.

Daxistin (PDF) Bi serhêl bixwînin