Kobanê

Title: Kobanê
Nivîskar:
Ziman: Kurdî
Published Date: 2023

Ev pirtûk ji dergehek, sê lêkolîn, lîsteya navên her çar karwanên hêzên Pêşmerge bo Kobanê, lîsteyeke hevpeyvînan û albûmeke wêneyan pêk tê.

Lêkolîn û dergeh di beş û paran de hatine organîze kirin, deriyê lêkolînê li ser biryara netewî ya Serok Mesûd Barzanî ye, ku sê paran pêk tîne û behsa hizra alîkariyê di nav kurdan de, xalên peyamên Serokê Herêma Kurdistanê, Herêma Kurdistanê ji bo Hewlêrê çi kir, ji bo Kobanê jî kir, dike.

Lêkolîna yekem ji sê beşan pêk tê, beşa yekem jî behsa dîroka Kobanê û rizgarkirina wê ji destê DAIŞê dike û di çar paran de li ser behsa kurte serpêhatiyeke dîrokî, rola eşîrên Berzayî ên Kobanê û Hamayê li dijî dîktatoriya Fransa, girîngiya stratejiya Kobanê karvedana herêmî û navneteweyî dike.

Beşa duyem jî li ser rol û berevaniya Pêşmerge li Kobanê ye û di sê paran de behsa hatina Pêşmerge bo Kobanê bi rêya Tirkiyê, vegerandin û azadkirina Kobanê û rola Pêşmergeyên Kurdistanê di azadkirina Kobanê de hatiye kirin.

Beşa sêyem li ser tawanên DAIŞê û şer û xwepêşandanan e û sê par tê de behsa xwepêşandanên mirovî û jinûveavakirinê, şerê li ser sînorê Tirkiyê, koçberbûna xelkê Kobanê dike.

Lêkolîna duyem jî li ser rehindên siyasî yên şandina hêzên Pêşmerge bo Kobanê ye û şeş par behsa dilsozî û jêyatiya neteweyî û nêzîkbûna di navbera kes û beşên Kurdistanê de, rewşa Siyasî ya Kurdan li Sûriyê di navbera 1963-2011 de, rola Kurdan di Şoreşa Sûriyê de li sala 2011ê, rehindên şandina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanê, rola saziyên Herêma Kurdistanê di şandina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de bo Kobanê, çarçoveya yasayên navdewletî û rola dewletan dike.

Lêkolîna sêyem behsa qonaxên çûna hêzên pêşmerge û çarçoweya yasayên navdewletî dike û sê par li ser qonaxên çûna hêzên pêşmerge bo Kobanê, salnameya azadkirina Kobanê di bîranîna pêşmergeyekî, rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di alîkariya xelkê Kobanê de cih digire.

Daxistin (PDF) Bi serhêl bixwînin