Eşîrên Barzan û rola wan li Iraqê

Title: Eşîrên Barzan û rola wan li Iraqê
Nivîskar:
Ziman:
Published Date: 2023

Ev pirtûk di eslê xwe de teza doktorayê ye û ji destpêkek, çar beş û pêvekekê pêk tê.

Beşa yekem li ser eşîrên Barzan heta sala 1915an e û çar babetan dihewîne, ku behsa Koka navê Barzan û cih û warên erdnîgarî û akincî, rola şêxên Neqişbendî di yekbûna eşîrên Barzan de, Eşîrên Şêxê Barzan û rewşa civakî, parastina eşîrên Barzan ên di bin serokatiya Şêx Abdulselam Barzanî de li hember desthilatdarên Osmanî heta sala 1915’an dike.

Di beşa duyem a pirtûkê de behsa rewşa siyasî û civakî ya eşîrên Barzan ên di navbera salên 1915-1931ê de hatiye kirin û ji sê mijaran pêk tê ku behsa Geşedanên siyasî û bandora wan li ser eşîrên Barzan ên di navbera salên 1915-1921an de, geşedanên siyasî yên li Iraqê û bandora wan li ser Eşîrên Barzan di navbera salên 1921-1927an de, helwestên Brîtanya û Iraqê li ser tevgera eşîrên Barzan di navbera salên 1927-1931an de, dike.

Beşa sêyem li ser tevgera eşîrên Barzan bi serokatiya Şêx Ehmedê Barzanî di navbera salên 1931-1935 ye, sê mijar tê de hene: Sedemên tevgera çekdarî ya eşîretên Barzan û helwesta eşîrên Kurd û hikûmeta Iraqê û rayedarên Brîtanyayê û welatên cîran di navbera salên 1931-1935 de, helwesta çapemeniya Iraqê û parlamentoya Iraqê li ser tevgera eşîra Barzan a bi serokatiya Şêx Ehmed Barzanî di navbera salên (1931-1935) de, vegera desthilata îdarî li devera Barzan di navbera salên 1933-1935an de.

Beşa çarem a vê pirtûkê behsa rewşa eşîrên Barzan di navbera salên 1935-1958an de dike û ji sê mijaran pêk tê: Rewşa devera Barzan û eşîrên wê heta sala 1943an, tevgera Mela Mistefa Barzanî û rola Eşîrên Barzan di navbera salên 1943-1945an de, rewşa Barzaniyan di navbera salên 1945-1947an de.

Daxistin (PDF) Bi serhêl bixwînin