Mirina Reş

Title: Mirina Reş
Nivîskar:
Ziman: Kurdî
Published Date: 2024

Ev pirtûk ji deriyek û ne pişkan pêk tê ku bi giştî behsa êrîşa Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser Kurdistanê dike.

Beşa yekem a vê pirtûkê li ser Îslama siyasî ye û têde meh mijar hene ku behsa rêkxistiya terorîstî ya Qa'îde, rêkarên ji bo xurtkirina baweriyê hatîne girtin, Be's û çekdarên biyanî û selefiyên cîhadîst, plansazê damezrandina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞê), bîr û bawerî û îdeolojiya DAIŞê, çavkaniyên darayî û dahatên DAIŞê, wîlayetên DAIŞê li Iraqê û welatên erebî û cîhanê, çekdarkirna zarokan, dagirkirina Iraqê û avakirina dewleteke îslamî li Sûriyê, dike.

Beşa duyem jî behsa deverên veqetyayî ji Kurdistanê û erebkirinê dike û ji çar mijaran pêk tê: qonaxên erebkirinê, plana êrîşa DAIŞê ya li ser Kurdistanê, piştevaniya Amerîka û welatên rojava ji kurdan re, rizgarkirina deverên ji Kurdistanê veqetyayî yên DAIŞê control kirîn.

Beşa sêyemîn jî li ser Şingalê, Êzidiyan û DAIŞ’ê ye û ji pênc mijaran pêk tê û behsa teror û ol, eşîrên derdora Şingalê û yên ku îxanet li Êzdiyan kirine, girîngiya bajarê Şingalê ji bo Dewleta Îslamî (DAIŞê), xapandina Êzdiyan, dîdevanan, dike.

Di beşa çarem a pirtûkê de behsa DAIŞ û Xirîstiyantiyê hatiye kirin û du mijar tê de cih digirin, di bin devê Şûirî de bibin misilman, dîdevaniyên zindî ji deşta Nînewayê a Xirîstiyanî.

Beşa pêncem tawanên DAIŞê, wêrankirina mizgeft û peristgehên olî û bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê DAIŞê ve têde hene.

Beşa şeşem behsa şerê rizgarkirina navçeyên veqetyayî ji Kurdistanê dike û ji sê babetan pêk tê: Serkirdayetiya Barzanî, rêkeftina Amerîka û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbazdûna artêşa Iraqê di Kurdistanê re ji bo rizgarkirina Mûsilê.

Di beşa heftem de behsa kurdên Rojava û DAIŞê tê kirin û du mijar jî tê de cih digirin: Avakirina PYDê, hevdîtina Serok Mesûd Barzanî ligel kurdên Rojava.

Beşa heştem li ser şerê Kobanê û şandina Pêşmerge bo Kobanê ye û ji sê mijaran pêk tê: Xebatên şandina Pêşmerge bo Kobanê, Tirkiye û DAIŞê, helwesta Îranê û Dewleta Îslamî û Kurdistanê.

Di beşa nehan de behsa amarên DAIŞê tê kirin û çar babet hene: hejmara êzdiyan û hejmara penaberan, kampên penaberan ji bo êzdiyan, referandom, dastanên Pirdê û Sihêla.

Daxistin (PDF) Bi serhêl bixwînin