Prensîb û rêbazên leşkerî ji bo derbaskirina çemê Aras

Title: Prensîb û rêbazên leşkerî ji bo derbaskirina çemê Aras
Nivîskar:
Ziman: Kurdî
Published Date: 2023

Ev pirtûk ji pêşgotinekê, du beşên sereke û pêvek, belge, rapor, lîsteyên navên hevalan, albûmên wêneyan û nexşeyan pêk tê.

Di beşa yekem a pirtûkê de behsa bûyerên salên 1945-1958an hatiye kirin û tê de çendîn mijar hene ku girêdayî çûna Barzanîyan bo Rojhilatê Kurdistanê, avakirina Komara Kurdistanê li Mehabadê, hêzên Barzanî wek hêza sereke ya parastina komarê, dastana Qarawa û Milqerenê, nexweşiya taya tîfoyê û mirina 2000 Barzanîyan, hilweşîna Komara Kurdistanê û şehîdkirina Pêşewa Qazî û hevalên wî, paşvekişîna Barzanîyan ber bi sînor, şerê Sêlwê û Dastana Nelos û Gocarê, êrîşa artêşa Îranê li ser eniya Şinoyê, dastana Evres û Helec û şerê Nêrkê, vegera Barzaniyan bo Başûrê Kurdistanê û veguhastin û girtina wan ji aliyê rejîma Iraqê ve, dastana efsaneyî ya Aras û vegera Serok Barzanî û Barzanîyan ji Rûsyayê bo Iraqê.

Di beşa duyem de prensîbên leşkerî yên meşa dîrokî ya Barzanî bi dastanên cîhanê re tên berawirdkirin û ji çend babetan pêk tê ku behsa derbasbûna Arasê bi pirensîp û rêkarên leşkerî, prensîba armancdarbûnê wek armanca Mustefa Barzanî ya derbasbûna Arasê, prensîba êrîşê an êrîşa ji nişka ve, bingehên komkirin û manevrayê li Geliyê Kutolê, prensîba veşartina nepeniyên artêşê û bidestxistina agahiyên li ser dijmin, prensîba hevrêziyê, xwerêxistinkirin û yekîtiya artêşê, prensîbên ewlehiyê, planên hevkariyê û asankariyê bi rêya Arasî, prensîba dest pêve girtinê, berxwedana hêbetî û prensîba pêdagiriyê, dike.

Daxistin (PDF) Bi serhêl bixwînin