Koyê di dema Şoreşa Îlonê de

Title: Koyê di dema Şoreşa Îlonê de
Nivîskar:
Ziman: Kurdî
Published Date: 2023

Ev pirtûk lêkolîneke dîrokî ye û ji pêşgotinekê, çar beş û pêvekan pêk tê. Beşa yekem a vê pirtûkê li ser dîroka Koyê û Şoreşa Îlonê ye û tê de sê babet hene: Kurteyek li ser bajarê Koyê, Koyê berî şoreşa Îlonê, Zemîneya derketina şoreşa Îlonê li Kurdistanê.

Beşa duyemîn behsa pêgeha Koyê di Şoreşa Îlonê ya navbera salên 1961-1963an de dike û ji du babetan pêk tê: Şoreşa Îlonê li Koyê ji 11ê Îlona 1961ê heta 8ê Sibata 1963an, rewşa Koyê ji kodetaya yekem a Be'sê ji 8ê Sibata 1963an heta 18ê Mijdara 1963an.

Di beşa sêyem a pirtûkê de behsa rewşa Koyê ji 18ê Mijdara sala 1963an heta 11ê Adara 1970î tê kirin û sê babet hene: Li ser bûyerên Koyê ji 18ê Mijdara sala 1963an heta 13ê Nîsana1966an, Koyê ji 17ê Nîsana 1966an heta 17ê Tîrmeha 1968an, rewşa Koyê ji kodetaya 17ê Tîrmeha 1968an heta peymana 11ê Adara 1970î.

Beşa çarem behsa rewşa Koyê ji 11ê Adara 1970î heta Peymana Cezayîrê dike û du babetan vedihewîne: Li ser rewşa Koyê di dema aştî û aramiyê de ji 11ê Adara 1970 heta 11ê Adara 1974an, rola Koyê di vejandina şoreşê de ji 11ê Adara 1974an heta Peymana Cezayîrê.

Daxistin (PDF) Bi serhêl bixwînin