Ev pirtûk lêkolîneke dîrokî ye li ser kampanyaya Xerazmiyan a li dijî kurd û deverên kurdan di navbera salên (590-644 H / 1194-1247 M) de, ji pêşgotinekê, sê beş û pêvekan pêk tê.
Beşa yekem a vê pirtûkê li ser dîroka siyasî ya dewleta Xerazmî û rewşa deverên kurdan di dema desthilatdariya Atabegiyan de ye û pênc mijar dihewîne ew jî Malbata Xerazmî û bidestxistina wan ya desthilatdariyê, mîrên herî girîng ên dewleta Xarazmî, berfirehkirina desthilatdariya wan û dagirkirina rojhilata îslamî, sedema têkçûna dewleta Xarazmî li hember Mongolan û paşvekişîna wan ber bi rojava ve, rewşa deverên kurdan di dema desthilatdariya Atabegiyan de.
Di beşa duyemîn de behsa êrişa Xerazmiyan a li ser Kurdistanê di navbera salên (590-628, H/1195-1231,M) de ye û ji heft mijaran pêk tê li ser girtina Hemedanê, êrîşa Xerazmiyan di sala (622 H/1225 M) de li ser Daqûqê, dagîrkirina Azerbaycanê û sedemên wê, êrişa Xerazmiyan li ser bajarê Xelatê di salên (623-627, H/1226-1230,M) de, hevbendiya Selçûqiyên Romê û Eyûbiyan li dijî Celaleddîn Xerazmî û encamên herî girîng ên êrîşa li ser Xelatê, êrîşa Xerazmiyan li ser bajarên Cizîrê, helwesta herêmên Kurdan li hember êrîş û dagirkeriyê Xerazmiyan.
Di beşa sêyem a pirtûkê de behsa peywendiya Xerazmiyan bi hêz û desthilatdarên kurd û deverên kurdî re hatiye kirin û şeş mijarên dihewîne ku behsa têkiliya Xerazmiyan bi Atabegiyên Hewlêrê re, têkiliya dewleta Xerazmî û emîrê Eyûbî, têkiliya jin û jinxwzên Kurd û Xerazmiyan, kuştina Celaledînê Xerazmî ji aliyê Kurdan ve, sedemên têkçûn û rûxandina dewleta Xerazmî, têkiliya bermayiyên artêşa Xerazmî bi Kurdên Eyûbî yên Şamê û czîrê re dike.
Daxistin (PDF) Bi serhêl bixwînin