A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Xelîl Emîn Celîl Hecî

Xelîl Emîn Celîl Hecî di sala 1955 li gundê Hîtot ya ser bi qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Emîn Celîlî bavê wî bi Heso Mîrxan Dolemerî re Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê (Îlonê), bûye. Xelîl Emîn li temenê 12 salî ve tevlî Pêşmergeyên Baregeha Barzanî ya li Rêzan bûye û bi Loqman Barzanî yê kurê Mele Mistefa Barzanî re bûye.

Agahiyên bêtir

Xazî Mihemed Arif Mihemed

Xazî Mihemed Arif Mihemed, piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de pileya fermandeyê mefrezeyê wergirtiye û di sala 1981 an de li deşta Şarezûrê bi du hevsengerên xwe re ketine nava kemîneke hêzekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir

Xoşewî Esed Mîr Ehmed

Xoşewî Esed Mîr Ehmed li sala 1991 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve dike. Di sala 1997 li şerê berevaniya li serweriya yasa li Çiyayê Direbî bi gulleyê çekdarên PKK hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Xidir Ehmed Mistefa Abdulla

Xidir Ehmed Mistefa Abdulla, naskiriye bi (Hosta Xidir Mistefa), di sala 1931 li gundê Rustê ya nahiyeya Simîlana qezaya Çoman ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li medreseyê xwendiye, xêzandar bûye û xwediyê du kur û du keç bûye, li 16 ê Temûza 1962 ji aliyê cehşên Kerîm Xanê Biradost hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Xidir Debax

Xidir Ebdullah Resûl, bi navê Xidir Debax jî tê naskirin, Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê, di sala 1963an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, bû fermandarê topxaneyên Şoreşa Îlonê û alîkarê Mele Mistefa Barzanî ji bo karûbarên topxaneyê.

Agahiyên bêtir