Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê, di destpêkê de çûye Nexede û paşê ji bo Tehranê hatiye veguhestin û li wir nîştecîh bûye. Di sala 1977 li Lîjneya Navçeya Amêdî ya ser bi Herêma Yek de bûye Cîgirê Rêxistina Şehîd Ehmed Adem. Di sala 1979 piştî ku Barzanî koça dawî kiriye, navbihurî li Lîjneya Navçeya Amêdî bûye û sond dixwe ku heta roja şehîd bûnê yan rizgarbûna Kurdistanê jî ser û rihên xwe traş neke. Sonda xwe dibe serî û heta sala 1991 ku raperîna mezina Başûrê Kurdistanê hate encam dan, ser û rihên xwe traş nekir.
Di dema operasyona berfireha Enfalê û kîmyabaran kirina navçeya Behdînan di sala 1988, Xelîl Emîn bi hejmareke zêdeyê Pêşmergeyan û xelkê navçeyê re diçin Bakûrê Kurdistanê. Li wir jî ji bo kamp û wargeha penaberên li bajarê Muşê têne veguhestin. Di sala 1992 vegeriya Başûrê Kurdistanê û heta niha li Fermandeyê Barzan berdewamiyê li xebat û xizmeta xwe de dike.
Xelîl Emîn li çendîn şer û destanan de beşdar bûye. Hinek ji wan destana Kanî Masê, destana Fewca Sotik û Bamernê ya li parêzgeha Dihokê. Li jiyana Pêşmergeyetiyê da pênc caran birîndar bûye. Li kongreya 13 ê sala 2010 ji aliyê Serok Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.
Çavkanî:
1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê