Xazî Mihemed Arif Mihemed

Xazî Mihemed Arif Mihemed, piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de pileya fermandeyê mefrezeyê wergirtiye û di sala 1981 an de li deşta Şarezûrê bi du hevsengerên xwe re ketine nava kemîneke hêzekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.


Şehîd Xazî Mihemed Arif, bi navê Xazî Şêx Mihemedê Mîrê Sur hatiye nas kirin û di sala 1957 an de li gundê Mîrê Sur ya ser bi nahiye ya Xurmalê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye. Heta qonaxa seretayî yê xwendiye û piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li bajarê Merîwanê nîştecîh bûye.

 

Di sala 1977 an de li betalyona şehîd Ebubekir Banî Binokî de bûye Pêşmerge ku wê demê ser bi hêza Surên ya Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya Leqa Çar ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye. Beşdariya şerê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û şerê Kanêskan û çalakiya partîzanî ya deşta Şarezûrê de kiriye û li sala 1979 an de pileya fermandeyê mefrezeyê wergirtiye.

 

Li 8 ê tişrîna yekem (cotmeh), ya di sala 1981 an de li gundê Qayerî Marif ya li deşta Şarezûrê bi du hevsengerên xwe re ketine nava kemîneke hêzekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Xazî Mihemed Arif û du hevsengerên wî ku yek ji wan birayê wî bi xwe bûye bi navê Sebah Şêx Mihemed û Cemal Banî Binokî şehîd bûne.

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

 


Gotarên Têkildar

Mihyedîn Mistefa Salih

Mihyedîn Mistefa Salih, bi navê (Mihyedîn Şêxzade), hatiye nas kirin û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl (1961- 1975) û Gulanê (1976- 1991) bû û di sala 1982 an de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir