Xanawdel Hisên Hemed

Xanawdel Hisên Hemed, di sala 1961 an de peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û li sala 1982 an de li Sîdekan şehîd bûye.


Şehîd Xanawdel Hisên Hemed, di sala 1935 an de li bajaroka Sîdekan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn bû û karê cotkariyê re mijûl bûye û xwendewar bûye û jiyana hevjîniyê pêk aniye.

 

Di sala 1961 an de li rêya Mamosta Hemîd Efendî yê birayê xwe re peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û kesekî çalak bû û çendîn car ji aliyê dezgehên emnî yên rejîma Iraqê ve hatiye destgîr kirin û ew şandine Kerkûk û Bexdayê, lê belê piştî azadbûnê li karên rêxistina nihênî ya partiyetiyê de berdewam dibe û li 19 ê Eylûla 1982 an de rejîma Be'es qedexeya hatin û çûna li bajaroka Sîdekanê ya li ser parêzgeha Hewlêrê li ser da disepîne û heman şevê ji aliyê çekdarên rejîma Iraqê ve didin ber gulleyan û li wir tê Şehîd kirin.

 

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

 


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir