A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Salar Osman Husên

Salar Osman Husên, naskiriye bi Dr Salar, sala 1969 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navendî li bajarê Hewlêrê qedandiye, Doktora li Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Dihokê bi dest xistiye. Xwediyê 12 pertûke li warên: Edebiyat, Ziman, Rojnamegerî û Siyasetê de.

Agahiyên bêtir

Segvan Halo

Segvan Osman Halo, naskiriye bi (Segvan Halo), li 1 ê Temmûza 1968 li gundê Bosel ya ser bi qezaya Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 2008 bawernameya bekaloryosê ji Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye, sala 2016 bawernameya Masterê li Yasa li Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye.

Agahiyên bêtir

Silêman Ebdulla Mistefa

Silêman Ebdulla Mistefa, di sala 1961ê de tevlî refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû û bû pêşmerge, di sala 1974an de di şerekî giran de li bajarokê Ruwandizê bi gulleya rejîma Beis şehîd dibe.

Agahiyên bêtir

Seîd Ehmed Hesen

Seîd Ehmed Hesen, di sala 1970 de tevlî refên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû û bû pêşmerge, di sala 1974’an de li gundê Dirgele di encama topbarana rejîma Iraqê de şehîd bû.

Agahiyên bêtir

Surkan Mela Bas

Surkan Ebbas Feqê ku bi navê Surkan Mela Bas jî tê naskirin, pêşmerge û hevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920an de li Mêrgesorê ji dayik bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû û di nav Pêşmerge de serpel bû û du caran birîndar bûye, di sala 1989’an de li gundê Mawîliyanê koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Siyamend Ezîz Aris

Siyamend Ezîz Aris, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920 de li Mêrgesorê ji dayîk bûye, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû û di nav Pêşmerge de fermandarê betalyonê bû, di sala 1966’an de li Çermegayê şehîd bûye

Agahiyên bêtir

Silêman Mîrxan Ehmed

Silêman Mîrxan Ehmed, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1930 de li gundê Xerdin ji dayîk bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrata Kurdistanê ya Mehabadê pêşmerge bû û li komarê birîndar bûye, di Şoreşa Îlonê de beşdar bûye, di nav Pêşmerge de serliq bû, Di 23'ê Adara 1962'an de di şerê Baadrê de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Silêman Mîrxan Areb

Silêman Mîrxan Areb, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1928an de li gundê Kanyedêrê ji dayîk bûye, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê Pêşmerge bû û di her du şoreşên Îlonê û Gulanê de beşdar bûye, di sala 2007 de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Sidîq Bexşî Ehmed

Sidîq Bexşî Ehmed, Pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1924an de li gundê Hesin Bekra ji dayîk bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, di herdu şoreşên Îlonê û Gulanê de beşdar bûye, çend caran hatiye girtin, xwediyê madalyaya Barzanî ye, di sala 1998an de li Duhokê koça dawî kir.

Agahiyên bêtir

Salih Mihemed Mihê

Salih Mihemed Mihê, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1910 de li gundê Spîndarê ji dayîk bûye, di şerên li ser rêya Yekîtiya Sovyetê de birîndar bûye, di sala 1974an de li gundê Spîndarê koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Silêman Ehmed Îsmaîl Omer

Silêman Ehmed Îsmaîl Omer, bi nasnav Silêman Ehmed Dolemerî, pêşmergeyê şoreşên Îlon, Gulan û Serhildanê bû, di sala 1967an de di 14 saliya xwe de tevlî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dibe, di 15 Kanûna yekem a 2010an de, di kongreya 13. de, ji bo xizmet û çalakiyên wî ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Samî Ebdulrehman

Endezyar û siyasetmedar Mihemed Mehmûd Ebdulrehman Xidir, ku bi navên Samî, Samî Ebdulrehman, Salih, Dara jî tê naskirin, di sala 1957an de endamê Komeleya Xwendekarên Kurd bû li Ewropayê, di sala 1966an de bû endamê Encûmena Serkirdatiya Şoreşa Kurdistana Iraqê, di Kongreya Heftemîn a ...

Agahiyên bêtir