Segvan Halo

Segvan Osman Halo, naskiriye bi (Segvan Halo), li 1 ê Temmûza 1968 li gundê Bosel ya ser bi qezaya Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 2008 bawernameya bekaloryosê ji Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye, sala 2016 bawernameya Masterê li Yasa li Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye.


Segvan Osman Halo, naskiriye bi (Segvan Halo), li 1 ê Temmûza 1968 li gundê Bosel ya ser bi qezaya Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 2008 bawernameya bekaloryosê ji Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye, sala 2016 bawernameya Masterê li Yasa li Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye. Li 9 ê Mijdara (Tişrîna Duyem) 1984 koçberê welatê Îranê bûye û li bajarê Nexede nîştecîh bûye, sala 1991 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.

 

Li 12 Kanuna Duyema 1983 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê ve kiriye, li 25 ê Tişrîna Duyema 1984 li beşa Darayî ya Mekteba Siyasî bûye Pêşmerge, sala 1985 li beşa Darayî ya Mekteba Siyasî li Rajan bûye kadîr, sala 1991 li beşa Darayî ya Mekteba Siyasî ya li bajarê Rewandizê bûye Endamê Beş, sala 1993 li beşî Darayî ya Mekteba Siyasî bûye Endamê Mektebê.

 

Li 6 ê Mijdar (Tişrîna Duyema) sala 2022 li Kongreya Çardehema Partiya Dêmokrat a Kurdistanê li bajarê Dihokê ji aliyê endamên kongreyê ve bi Endamê Komîteya Navendî hate hilbijartin.

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Salar Osman Husên

Salar Osman Husên, naskiriye bi Dr Salar, sala 1969 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navendî li bajarê Hewlêrê qedandiye, Doktora li Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Dihokê bi dest xistiye. Xwediyê 12 pertûke li warên: Edebiyat, Ziman, Rojnamegerî û Siyasetê de.

Agahiyên bêtir