Silêman Ehmed Îsmaîl Omer

Silêman Ehmed Îsmaîl Omer, bi nasnav Silêman Ehmed Dolemerî, pêşmergeyê şoreşên Îlon, Gulan û Serhildanê bû, di sala 1967an de di 14 saliya xwe de tevlî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dibe, di 15 Kanûna yekem a 2010an de, di kongreya 13. de, ji bo xizmet û çalakiyên wî ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî hat xelatkirin.


Silêman Ehmed Îsmaîl Omer Dolemerî, di sala 1953an de li gundê Xerayê yê navçeya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, di sala 1967’an de di 14 saliya xwe de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe û bi Ozêr Dolemerî re bûye pêşmerge û sê salan li Dîlmanê xizmeta pêşmergatiyê kiriye.

Piştî îmzekirina peymana 11'ê adara 1970'yî ji Dîlmanê ji bo Qesrê tê veguhestin û li wir beşdarî kursa mîtralyozan dibe, di sala 1974an de dema şerê rejîma Iraqê li dijî şoreşê dest pê kir, ligel Omer Axa Dolamerî di yekîneya mîtralyozên şoreşê de bû û bi mîtralyozên şoreşê parastina Kurdistanê kiriye.

Di sala 1975’an de, piştî hilweşandina Şoreşa Îlonê, koçberî welatê Îranê bû, pêşî li Nexdeyê û piştre çû kampa Zêwe û li wir rûnişt, pêşî ji aliyê dewleta Îranê ve bo Cehramê hat veguhestin û piştî du salan ew şandin Lahîcanê, piştî du salan li Lahicanê li ser daxwaza xwe çû Qezwînê ji ber ku mala birayê wî li wir bû.

Di sala 1979’an de dema ku desthilatdariya padîşahî li Îranê hilweşiya, Silêman Ehmed û birayê xwe Reşîd re careke din tevlî şoreşê bûn û weke desteyek vegeriyan Başûrê Kurdistanê ji bo operasyonên leşkerî li dijî rejîma Iraqê pêk bînin. Di şerekî de bi artêşa Iraqê re heman salê de birayê wî Reşîd navçeya Diyana şehîd bû.

Di sala 1980’an de li gel Îdrîs Barzanî û Şêx Mihemed Xalid diçe deşta Berazgirê a navçeya Sîdekanê, piştî seferê û serdana hêzên Pêşmergeyên Barzan yên li deverê, vegeriya kampa Zêwe. Di heman salê de piştî ku ji Rajanê ya Rojhilatê Kurdistanê vedigere, beşdarî kursa bikaranîna tivinga 57 dibe, piştî qedandina kursê bi Ozêr Dolemerî re çû Başûrê Kurdistanê, gelek çalakî li dijî çeperên artêşa Iraqê yên li Gorê Gomê, Pira Lêlûkê û Geliyê Sarkê yên navçeya Mêrgesorê li dar xistin. Di heman salê de bi fermandariya Ehmed Seîd Spîndarî beşdarî şerê mezin yê Mêrgesorê dibe.

Di sala 1988an de beşdarî şerê gora Zahir yê Dastana Xwakurkê li sêgoşeya Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê de bû, piştî hewa Enfal û kîmyabarana ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li dijî xelkê sivîl ê kurdistanê, vegeriya Rojhilatê Kurdistanê.

Di sala 1991’an de piştî Serhildana xelkê Başûrê Kurdistanê vegeriya û li gundê Şêxan yê navçeya Mêrgesorê bi cih bû, di sala 1994’an de bû cîgirê hêza 100’emîn a artêşa Barzan, di şerên parastina Kurdistanê de çar caran birîndar bûye, wek şerê Geliyê Sorê li devera Dolemeryan di sala 1980 de, şerê Spîlkî di sala 1995ê de, şerê Gomespan di sala 1996an de û şerê Şekrokê di sala 1997an de.

di 15 Kanûna yekem a 2010an de, di kongreya 13. de, ji bo xizmet û çalakiyên wî ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî hat xelatkirin.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir