Silêman Ebdulla Mistefa

Silêman Ebdulla Mistefa, di sala 1961ê de tevlî refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû û bû pêşmerge, di sala 1974an de di şerekî giran de li bajarokê Ruwandizê bi gulleya rejîma Beis şehîd dibe.


Silêman Ebdulla Mistefa, di sala 1942’an de li gundê Sekran yê navçeya Ruwandizê ya girêdayî Hewlêrê ji dayîk bûye, gundî bû û bi cotkariyê re mijûl dibû, ne xwende bû, zewicî bû.

Di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe û di tabûra 3 ya hêza Balek de ku fermandarê wê şehîd Mele Emîn Barzanî bû, bûye pêşmerge, di şerên Ruwandiz, Sertîz û Korek de beşdar bûye û carekê birîndar bûye, di sala 1974an de di şerekî giran de li bajarokê Ruwandizê bi gulleya Leşkirê Îraqê Beis şehîd dibe.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir