Sidîq Bexşî Ehmed

Sidîq Bexşî Ehmed, Pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1924an de li gundê Hesin Bekra ji dayîk bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, di herdu şoreşên Îlonê û Gulanê de beşdar bûye, çend caran hatiye girtin, xwediyê madalyaya Barzanî ye, di sala 1998an de li Duhokê koça dawî kir.


Jiyanname

Di sala 1924’an de li gundê Hesin Bekra yê ser bi navçeya Dêrelokê a ser bi navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê ve ji dayîk bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û li zanîngeha Taşkentê Bachelorya (lîsansa) çandiniyê wergirtiye, her li Yekîtîya Sovyetê bi Sunds Sîna Bîlav re zewicî û kurekî wan hebû bi navê Yûsif Sidîq. Sidîq Bexşî  piştî ku di sala 1959an de ji Yekîtiya Sovyetê vegeriya, li Ofîsa Çandiniyê ya Mûsilê kar kir, piştî Serhildana gelê Kurdistanê di sala 1993’an de malnişîn bû, di 12ê Tebaxa 1998an de li Duhokê koça dawî kir.


Xebatname

Sidîq Bexşî di sala 1943an de tevlî refên Şoreşa Barzan a Duyem dibe)1943- 1945), di 2'ê Cotmehê de beşdarî girtina navenda polîsan a Şanederê û di 15'ê Cotmehê de jî beşdarî girtina navenda polîsan a Bîrakepra bû. Di 19ê Tebaxa 1945an de bi biryara Dadgeha Urfî ya Leşkerî ya Iraqê hemû mal û milkên wî yên guhêz û neguhêz hatin desteserkirin. Di 5ê Îlona heman salê de beşdarî girtina navenda polîsan a Meydan Morîkê bû.

Piştî têkçûna Şoreşa Barzan a Duyemîn di 11ê Cotmeha 1945an de derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû, di 31ê Adara 1946an de di nava hêzên Barzanî yên Artêşa Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê bû Pêşmerge, piştî rûxandina Komara Demokrat a Kurdistanê di 19ê Adara 1947an de beşdarî şerê Şino û Nexedeyê kiriye.

Yek ji wan pêşmergeyan bû ku di 19'ê Nîsana 1947'an de bi rêya Xwakurk û Deşta Berazgirê bi rêya Bakurê Kurdistanê re vegeriyane herêmên Şêrwan û Mizûriyan.

Piştî vegera wan, General Mistefa Barzanî di 15ê Gulana 1947an de li gundê Ergoş bi hevalên xwe re civînek li dar xist û serpişk kirin ka bimînin yan biçin Sovyetê, li wir hemû rêhevalên wî biryar dan ku berdewam bikin û biçin Yekîtiya Sovyetê, di 22ê Gulana 1947an de ligel general Mistefa Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê ve diçe û di şerê gelyê Qiturê û şerê pira Mako beşdar bûye û piştî gelek zor û zehmetiyan, di 18'ê Hezîrana 1947'an de ji çemê Arasê li ser sînorê Îran û Sovyetê derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe.

Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê komara Azerbaycanê, çil rojan di kampeke girtî de ya ku dora wî bi têlên xerî hatiye dorpêçkirin hatin bicihkirin, ji aliyê komek leşker ve dihatin parastin û ji aliyê xwarin, cil û berg û veguheztinê ve weke girtiyên şer serederî di gel da dihat kirin. Paşê bi biryara dewleta Sovyetê ew li Azerbaycanê li herêmên Axdam, Laçîn, Ayulax û Kelbecerê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna yekem a 1947an de, ew ji bo baregeheke leşkerî ya li ser Deryaya Xezerê li Baku, paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhestin û di 23ê heman mehê de cil û bergên leşkerî dan wan û di bin çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê de rojane 8 saetan perwerdeya leşkerî derbas kirin. Di heman demê de ji aliyê çend hevalên xwe yên xwenda ve rojê çar saetan dersên fêrbûna zimanê kurdî werdigirtin.

Piştî serederya xirab a Cefer Bakirov bi hevalên wî re, biryar hat girtin ku di 29ê Tebaxa 1948an de kampa leşkerî ji Komara Azerbaycanê veguhezînin civata Çirçukê ya li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir perwerdeya xwe ya leşkerî domandin.

Di Adara sala 1949an de ew û hevalên xwe taxim taxim bi trênê li gundên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û li zeviyên kolxozan (erdên ku xelkê ji dewletê standibûn û paşê pişka hikûmetê didin) xebitîn.

Piştî hewldaneke zêde û şandina çend nameyên general Barzanî ji Stalîn re, di dawiyê de nameyek gihîşt Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û wî jî di cih de biryara avakirina komîteyek ji bo lêkolîna rewşa hevalên Barzanî da û di dawiyê de biryara komîtê ew e ku wan hemûyan li bajarê Vrîviskî kom bikin, ji ber vê yekê, navhatî di meha Mijdara 1951ê de diçe bajarê Vrîviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14’ê Tîrmeha 1958’an li Iraqê û vegera General Mistefa Barzanî, di 25'ê Sibata 1959'an de li gorî xalên 3 û 7'an û birga (a) ya xala 10'an û xala 11'an a zagona guherandinê ya hejmar 19 a sala 1959'an ji bo wî û hevalên xwe efûya giştî hat dayîn.

Di sala 1958an de Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin, navhatî di 16’ê Nîsana 1959’an de tevî hevalên xwe bi keştiya Girozya di rêya bendera Besra ya li başûrê Komara Iraqê re vedigere Kurdistanê.

Di sala 1961ê de beşdarî Şoreşa Îlonê bû, beşdarî şerên Pira Bilbil û Sersingî bû, di 23 Mijdarê de beşdarî şerê Deşta Silêvaneyan û ji 7 heta 12 Kanûna yekem jî beşdarî şerê geliyê Zawîte bû, piştî peymana 11ê Adara 1970î bû nûnerê Şêxên Barzan li Deşta Zê.

Di sala 1975’an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê vedigere gundê xwe, ji 25ê Kanûna Ekema 1985 heta 15ê Sibata 1987 çendîn caran ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye girtin, di sala 1991ê de beşdarî serhildana bajarê Duhokê dibe, di 16ê Tebaxa 1996an de, di çarçoveya pîrozbahiyên cejna Zêrîn de, ji ber têkoşîn û berxwedana wî di Şoreşa Barzan a Duyem, Komara Demokrat a Kurdistanê, Rêya ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Îlonê, Şoreşa Gulanê û Serhildanan ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.


Çavkanî:

  1. Hamid Gewherî, Medalya Barzanî Xelata rûmetê ya herî bilind, Bergê 1, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
  2. Heyder Farouk Al-Samerrai, Dhia Caafer û rola wî ya siyasî û aborî li Iraqê, (London - Dar El-Hekma - 2016).
  3. Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013).
  4. Şewket Şêx Yezdîn, Cejna Zêrîn a Pêşmerge, çapa yekem, (Pirmam - Çapxaneya Xebat - 1996).
  5. Omer Farûqî, Rêberê jîr yê jiyan û Têkoşînê Nemir Mela Mistefa Barzanî, çapa 2., (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).
  6. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîra Barzan Di Navbera 1931 - 1991, Çapa 1, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001).
  7. Ebdullah Xefûr, Ferhenga Erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
  8. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa 1., (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
  9. Kovara Hetaw, Hejmar 154, Sal 6, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, În, 15.04.1959.
  10. Di çarçoveya pîrozbahiyên cejna Zêrîn de Serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzanî pêşkêşî şehîd û têkoşeran dike, Kovara Gulan, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 84, Hewlêr, 1 Îlon 1996.
  11. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  12. Necef Qulî Pisyan, ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa 1., (Pîrmam - Cejna Zêrîn ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - 1996).
  13. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

Gotarên Têkildar

Surkan Mela Bas

Surkan Ebbas Feqê ku bi navê Surkan Mela Bas jî tê naskirin, pêşmerge û hevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920an de li Mêrgesorê ji dayik bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû û di nav Pêşmerge de serpel bû û du caran birîndar bûye, di sala 1989’an de li gundê Mawîliyanê koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Siyamend Ezîz Aris

Siyamend Ezîz Aris, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920 de li Mêrgesorê ji dayîk bûye, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû û di nav Pêşmerge de fermandarê betalyonê bû, di sala 1966’an de li Çermegayê şehîd bûye

Agahiyên bêtir

Silêman Mîrxan Ehmed

Silêman Mîrxan Ehmed, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1930 de li gundê Xerdin ji dayîk bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrata Kurdistanê ya Mehabadê pêşmerge bû û li komarê birîndar bûye, di Şoreşa Îlonê de beşdar bûye, di nav Pêşmerge de serliq bû, Di 23'ê Adara 1962'an de di şerê Baadrê de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Silêman Mîrxan Areb

Silêman Mîrxan Areb, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1928an de li gundê Kanyedêrê ji dayîk bûye, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê Pêşmerge bû û di her du şoreşên Îlonê û Gulanê de beşdar bûye, di sala 2007 de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Şêx Zubêr Ebdulla

Şêx Zubêr Ebdulla, bi navê Şêxo Zuber jî tê naskirin, Pêşmerge û rêheval Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, di sala 1925an de li gundê Reziyan ji dayik bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû, di sala 2008an de koça dawî kir.

Agahiyên bêtir