A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Hemîd Xwastî Îsmaîl

Hemîd Xwastî, di sala 1939 ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Di sala 1976 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re dike. Di sala 1979 pileya berpirsê serbazî ya Lîjneya Navçeya Zaxo yê wergirtiye...

Agahiyên bêtir

Hejar Mukriyanî

Ebdulrehman Mihemed Şerefkendî, bi navê (Hejar Mukriyanî), hatiye nasîn. Di 13 ê Nîsana 1921 li bajarê Mehabad ya Rojhilata Kurdistanê ji malbateke rewşenbîr û Kurdperwer ji dayik bûye. Hejar kurê Hacî Mela Mihemed Şerefkendî yê kesayetiyê diyarê Kurdistanê û birayê Sadiq Şerefkendî Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ye.

Agahiyên bêtir

Hacî Xidir Omer Ezîz

Hacî Xidir Omer naskiriye bi navê (Hacî Xidir), di sala 1956 li gundê Bêxebar ya li navçeya Batîfa ya ser bi qeza Zaxo ji dayik bûye. Di sala 1974 peywendiyê bi şoreşa Eylûlê ve kiriye û li betalyona çar ya Hecî Qado (Qedo) li Zaxo bûye Pêşmerge ku Îsa Siwar Fermandeyê wî bûye. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê ya li sala 1975 vegeriyaye navçeya xwe. Paşê têkilî û peywendiyê bi şoreşa Gulan ve dike û bi mefrezeyên Meho Gewda heta ku sala 1983 li gelek şeran de beşdariyê kiriye.

Agahiyên bêtir

Helîme Ebdulla Ehmed

Helîme Ebdullah Ehmed, bi navê Dayika Helîme jî tê naskirin, di sala 1937an de li gundê Piştagirî yê ser bi devera Zawîte ya parêzgeha Duhokê ji dayîk bûye, hevjînê wê Fermandar Ebdulhadî Mihemed Saado, serliqê tabûra 4. a Mihemed Hesen Bajilûrî bû, di sala 1975an de Ebdulhadî li çiyayên pişta Duhokê şehîd bû, Dayîka Helîme tevî şeş kur û çar keçên xwe li gundê xwe ma û yek ji wan jinên fedakar û leheng e ku hevjîn û 4 kurên wê di rêya azadiya Kurdistanê de şehîd bûne...

Agahiyên bêtir

Hacî Resûl Husên (Axayê Kosretan)

Resûl Husên ku bi navê Hacî Axayê Kosretan jî tê naskirin, di sala 1901ê de li gundê Mêrge yê ser bi navçeya Gelale ya navçeya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. beşdarî Komara Demokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye, piştî rûxandina komarê vegeriya gundê Zêwke yê girêdayî Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê...

Agahiyên bêtir