Şerê Siwaretûka 1986

Şer di 6ê Kanûna 1986an de li ser rêya Siwaretûka û Zawîte çalakiyeke partîzanî ya Hêzên Pêşmerge bû, Hêza Pêşmerge yên Komîteya navçeya Amêdiyê kemînek li ser rê girt, di saet 7ê sibê de tirombêleke leşkerî ji corê Îva ya tijî leşker kirin armanc, di encamê de tirombêl hat têkbirin û ji bilî leşkerekî ku ketibû destê Pêşmerge hemû leşker hatin kuştin.


Berdewambûna çalakiyan û lêdanên hêzên dewletê li deverên cuda gur û tên xistbû nava refên Pêşmerge û şerê partîzanî, di 6ê Kanûna yekem a 1986ê de hêzeke Pêşmerge bi fermandariya Şîmal Zêbarî berpirsê komîteya navçeya Şêxan biryar da ku di navbera Siwaratûka û Zawîte de kemînek bê danîn, piştî agahiya ku hêzên artêşa Iraqê ji 2 tirombêlên zirxî û 2 tirobêlên din ên Îva bi hêzeke leşkerî re, serê sibê di navbera Siwaratûka û Zawîte da hatin û çûnê diken da ku rê kontrol bikin û biparêzin, lê armanca wan a sereke nehiştina liv û tevgera pêşmergeyan bû li wê deverê. [1] Hêjayî gotinê ye ku beşek ji şer û çalakiyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di kemînan de bûn ku karîn ziyaneke mezin bigihînin hêzên hikûmetê. [2]

Hêzên Pêşmerge yên ku ji bo pêkanîna operasyonê hatine erkdarkirin, ji 50 pêşmergeyan pêk dihat û xwe amade kiribûn û ev pilan xêz kiribûn:

Komek ji 10 pêşmergeyan xwe li binê rê veşartibûn, heta ku hêzên hikûmetê nêzîkî wan bin, rê li wan bigirin û gulebaran bikin.

Komeke din jî bi çekên giran ên weke mîtralyoz û BKC ji serê rê rewş dişopand, eger yekem beşê Pêşmerge erkê xwe pêk anî, dê berevaniyê li hêzên Pêşmerge yên li cihê bûyerê bikin, noqteyên leşkerî yên li derdorê bikin armanc û gulebaran bikin, her wiha divê rê li van hêzan bigirin ku ji Dihok û Sersingê neyên alîkariya hêzên xwe yên birîndar bikin. [3]

Hemû hêzên Pêşmerge bi şev meşiyan heta gihîştin nêzîkî cihê çalakiyê, piştre jî koma pêşmergeyên ku pilana wan hatibû kirin ku xwe veşêrin, çûn cihê xwe yê li binê rê û kemînek danîn, koma duyemîn jî 300-400 metre dûrî koma yekem hatin danîn.

Dema ku aso ronî bû, Pêşmerge li benda hatina hêza leşkerî bûn, lê bi derengî ket, Hêzên Pêşmerge ji ber nehatina wan hinek dilgeran bûn, li şûna wê, wan guman kir ku ew agahdar bûne û pilanên wan eşkere bûne, ji ber vê yekê wan biryar da ku her tirobêleke leşkerî ku derbas dibe bikin armanc û gulebaran bikin, saet bû 7 serê sibê, ji nişka ve Îvayek tijî leşker ji Sersingê hat bo Dihokê, dema tirobêla leşkerî gihîşt wan, ji her du deriyên bin rê de derketin û bi RPG û kelaşnîkovan gulebaran kirin û wêran kirin, hemû leşkerên wî hatin kuştin ji bilî yekî ku sax ma û dîl hat girtin, Pêşmerge ketin nava leşkerên mirî û çekên wan ên ku kelaşnîkov bûn, kom kirin.

Di vê demê de hêzeke leşkerî ji Dihokê û hêzeke din jî ji Sersengê jibo alîkariya leşkerên xwe gihîştine cihê bûyerê, Pêşmerge û leşkeran şerê hev kirin û şer germ bû, tank û zirîxên artêşê hewl dan xwe bigihînin Îva ya leşkerî lê ji ber berevaniya xurt a Pêşmerge nekarîn, şer heta nîvro berdewam kir, pêşmerge li hev kom bûn û biryara vekişînê dan, rejîma Iraqê gelek dilgiran û nîgeran bû li ser kiryarên Pêşmerge, ji ber ku Pêşmerge li her demê û li ku bixwaze êrişî hêzên wan kir û ziyaneke mezin gihandin wan, artêşa Iraqê ji bo tolhildanê devera Mizûriyan topbaran kiri ([4]).


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruksana, 2021.

  2. Şimal Zêbarî, Çend rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa 1, çapxaneya Rojhelat, Hewlêr – 2015.

  3. Siwaretûka/ https:// 3arf.org/wiki/

[1]- Şimal Zêbarî, Çend rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa 1, çapxaneya Rojhelat, Hewlêr – 2015, r 352.

[2]- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruksana, 2021, r 62.

[3]- Şimal Zêbarî, heman Çavkanî, r 352.

[4]- Şimal Zêbarî, heman Çavkanî, r 354.


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir