Serbest Lezgîn

Yasanas û siyasetmedar Serbest Lezgîn Ebdulrehman Ebdulqadir, bi (navên Serbest Lezgîn û Serbest Sindurî), hatiye nas kirin. Di sala 1980 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1981 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye...


Yasanas û siyasetmedar Serbest Lezgîn Ebdulrehman Ebdulqadir, bi navên Serbest Lezgîn û Serbest Sindurî hatiye nas kirin. Di sala 1980 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1981 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên dehem 1989, yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2017 an de li kabîneya heştem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bûye Birîkarê Wezareta Pêşmerge.

 

Jiyanname

Serbest Lezgîn di sala 1965 an de li bajarê Dihokê ji dayik bûye. Di sala 2008 an de bekaloryosa yasayê ji zanîngeha Dihokê wergirtiye. Di sala 2017 an de bi Birîkarê Wezareta Pêşmerge li kabîneya heştem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye damezrandin. Şarezayê zimanê Kurdî, Tirkî û Farisî ye.

 

Xebatname

Serbest Lezgîn di sala 1980 an de peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1981 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Di sala 1988 an de beşdariya destana Dêreluk ya li dij‌î artêşa Iraqê da kiriye û birîndar bûye. Di heman salê û li piştî enfala Behdînan koçberê Komara Tirkiye bûye.

 

Nûnerê kongreyên dehem 1989, yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2022 li kongreya çardehem da bi‌ endamê komîteya navendî û li yekemîn civîna komîteya serkirdayetiyê de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û bûye berpirsê mekteba rêxistinê ya parêzgeha Hewlêrê.

 

Di sala 1991 li raperîna Başûrê Kurdistanê da li fermandeyên kerta du ya azad kirina Zaxo -Dihokê bûye û di sala 1993 li Artêşa Yekgirtiya Kurdistanê de bûye fermandeyê hêza 42 ya Zaxo. Di dema kar kirinê da li nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, van erk û berpirsiyariyan wergirtiye: Berpirsê lîjneya navçeya Amêdî 1993, berpirsê lîjneya navçeya Sêmêl 1994, fermandeyê artêşa 9 ê Spîlk li fermandeya leşkerê Kurdistan (Felek) 1996, berpirsê lîjneya leqa yek ya Dihokê 2007 û hwd... 

 

Di sala 2003 an de li operasyona azad kirina Iraqê da beşdariyê li azad kirina bajarê Musilê da kiriye. Di sala 2014 an de fermandeyê mîhwerê Şingalê ya li tixûbê parêzgeha Musilê li şerê dijî bi hêzên Da'îşê bûye û li temenê Pêşmergeyetiyê da çendîn caran birîndar bûye. Di sala 2017 an de bi Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya li kabîneya heştem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye damezrandin.


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir