Selah Delo

Kesayetiyê siyasetmedar Selahedîn Îbrahîm Qadir, bi navê (Selah Delo), hatiye nas kirin. Di sala 1964 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1965 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye...


Kesayetiyê siyasetmedar Selahedîn Îbrahîm Qadir, bi navê (Selah Delo), hatiye nas kirin. Di sala 1964 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1965 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Li kongreyên yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1993 an de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetî û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê da bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1992 an de li xula yekem da bi endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1992 an de li kabîneya yekem da bûye Birîkarê Wezîrê Darayî û di sala 1994 li kabîneya duyem da Wezîrê Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye û hilgirê Madalya Barzanî ye.

 

Jiyanname

Selah Delo, di sala 1949 an de li bajarê Kerkukê ji dayik bûye, derçûyê qonaxa amadeyî ye. Di sala 1992 an de li xula yekem da bi endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hatiye hilbijartin. Di sala 1992 li kabîneya yekem da bûye Birîkarê Wezîrê Darayî û di sala 1994 li kabîneya duyem da Wezîrê Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî ye.


Xebatname

Selah Delo, di sala 1964 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1965 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Di dema kar kirinê da li nav rêzên Pêşmerge çendîn erk û berpirsiyariyê wergirtiye. Di sala 1975 li piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye.

 

Di sala 1991 û li raperîna Başûrê Kurdistanê da beşdariyê kiriye û li piştî raperînê çendîn berpirsiyariyên hizbî wergirtiye. Wekî kargêrê lîjneya leqa sê 1991 an de berpirsê lîjneya leqa sê ya Kerkûkê 1996, berpirsê lîjneya leqa panzdeh ya Germiyan 2003, berpirsê mekteba navendî ya peywendiyên niştimanî 2006, berpirsê encumena serkirdayetî ya parêzgeha Kerkûk - Germiyan 2010 û hwd....

 

Di sala 1992 an de li xula yekem da bi endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1992 an de li kabîneya yekem da bûye Birîkarê Wezîrê Darayî û di sala 1994 an de li kabîneya duyem da Wezîrê Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye.

 

Li kongreyên yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 an de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetî û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê da bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.‌

 

Di sala 2010 an de ji ber xebat û berxwedana li şoreşa Eylûlê, şoreşa Gulan û qonaxa raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serwerî, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî yê Nemir wergirtiye.


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir