Rêbwar Yelda

Siyasetmedar Krîstov Yelda Torxan, bi navên (Rêbwar Yelda), hatiye nas kirin. Di sala 1969 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1974 an de bi destpêka şerê li navbera hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê û artêşa Iraqê da peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye...


Siyasetmedar Krîstov Yelda Torxan, bi navên (Rêbwar Yelda), hatiye nas kirin. Di sala 1969 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1974 an de bi destpêka şerê li navbera hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê û artêşa Iraqê da peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Li kongreya dehem 1979 an de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê de bûye Endamê Mekteba Siyasî.

 

Jiyanname

Rêbwar Yelda di sala 1952 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye, bi eslê xwe û bi reçelek ji neteweya Aşûrî û bi ola Mesîhî ya ser bi mezheba Ortodoksa Rojhilate. Derçûyê peymangeha pêgihandina mamostayên Hewlêrê ye. Şarezayê zimanên Kurdî, Suryanî, Erebî û Farisî ye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber li welatê Îranê jiyaye.


Xebatname

Rêbwar Yelda di sala 1969 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1974 an de li destpêka şerê li navbera hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê û artêşa Iraqê da, peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber li welatê Îranê jiyaye. Di sala 1980 an de li Şoreşa Gulanê da cara duyem peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye û di sala 1981 nivîskarê çapê û paşê berpirsê beşa Kurdî ya çapemeniyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1986 an de bi Sekreterê Yekîtiya Qutabiyan (xwendekar) û Lawên Dêmokratên Kurdistanê hatiye destnîşan kirin‌‌.

 

Li kongreya dehem 1989 an de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê da bûye Endamê Mekteba Siyasî.

 

Di sala 2022 an de li kongreya çardehem da bi endamê komîteya navendî û li yekemîn civîna komîteya serkirdayetiyê de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û bûye berpirsê Dezgeha Hilbijartinê.

 

Di sala 1991 an de li mîhwerê Hewlêrê bi beşek ji endamên sekreteriyeta Yekîtiya Qutabiyan û Lawên Dêmokratên Kurdistanê re beşdariya raperîna Başûrê Kurdistanê da kiriye. Di salên ( 1992 - 1999 ) damezrêner û birêveberê telefîzyona Kurdistan Tv ( Ktv ) bûye.

 

Di sala 2004 an de bûye berpirsê mekteba navendî ya rêxistinên pîşeyiyî û di sala 2017 an de ji aliyê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve bi berpirsê mekteba rêxistinê hatiye destnîşan kirin. 

 Di kongreya çardehem Di sala 2022 an de li kongreya çardehem da bi endamê komîteya navendî û li yekemîn civîna komîteya serkirdayetiyê de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2023 de bûye berpirsê pişka Helbijatnên pdk. û  de sala 2024 de bûye berpirs ê pişka Rêxistinên Cemawerî Yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê. 



 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir