Qadir Qeçax

Siyasetmedar Qadir Ebdulezîz Re‌şîd Mihemed Elî, bi navên (Qadir Qeçax, Qeçax û Qeçaxê Kurdistanî), hatiye nas kirin. Di sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê û di sala 1980 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re‌ kiriye.


Siyasetmedar Qadir Ebdulezîz Re‌şîd Mihemed Elî, bi navên Qadir Qeçax, Qeçax û Qeçaxê Kurdistanî hatiye nas kirin. Di sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê û di sala 1980 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re‌ kiriye. Li kongreya dehem ya di sala 1989 an de bi endamê komîteya navendî de hatiye hilbijartin û nûnerê kongreyên yazdehe‌m ya di sala 1993 û 12. de bûye. Di sala 2010 li kongreya 13. de bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê de hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Qadir Qeçax di sala 1962 an de li bajarê Dihokê ji dayik bûye. Derçûyê pola çarem ya amadehiyê ye. Di salên ( 2001 - 2005 ) an de Birêveberê Asayîşa Giştî ya Herêma Kurdistanê bûye. Şarezayê zimanên Kurdî û Farisî ye.


Xebatname

Qadir Qeçax di sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1980 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Di salên ( 1980 - 1991 ) an de koçberê Komara Îslamî ya Îranê bûye.

 

Di dema kar kirinê da li rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, çendîn erk û berpirsiyariyan wergirtiye. Wekî berpirsê lîjneya navçeya Nexede 1984, berpirsê lîjneya navçeya Xebat ya ser bi lîjneya leqa yek 1985, berpirsê beşa kargêrî ya mekteba siyasî 1986, kargêrê lîjneya leqa yek 1986, berpirsê lîjneya navçeya Dihok ya di sala 1987, Cîgirê berpirsê lîjneya leqa du 1989, endamê mekteb li mekteba ragihandinê 1991, Cîgirê berpirsê lîjneya leqa yek ( 1991 - 1994 ), berpirsê lîjneya leqa neh ya Akrê ( 1994 - 1999 ), berpirsê lîjneya leqa deh ya Soran 1999, berpirsê mekteba rêxistina Pêşmerge 2001, berpirsê lîjneya leqa yek 2004, berpirsê peymangeha kadîr 2007, berpirsê lîjneya leqa 17 di sala 2018, berpirsê peymangeha kadîr 2023.  

 

Di sala 1987 an de beşdariyê li şerê Spîrêz û girtina sengerên Girê Germava ya li tixûbê parêzgeha Dihokê da kiriye. Di sala 1988 an de wekî fermande beşdariyê li destana Dêrelok ya li tixûbê parêzgeha Dihokê de kiriye û li şerê gundê Şetuns de birîndar bûye.

 

Li kongreya dehem ya di sala 1989 an de bi endamê komîteya navendî hatiye hilbijartin û nûnerê kongreyên 11. ya di sala 1993 û 12. bûye û di sala 2010 an de li kongreya 13. di bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, di kongreya Çardehem ya sala 2022 bûye endamê yedek.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir