Nîzamedîn Ebdulmecîd Mihemed Can Weys bi navê Nîzamedîn Gêli hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar bûye. Di sala 1962 an de bûye endamê Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1962 an de Birêveberê Nahîye ya Batîfa (Gêli) ya li parêzgeha Dihokê bûye. Di sala 1984 an de Qaymeqamê Zaxo bûye. Piştî şikesta şoreşê ya 1975 li sala 1976 an de bûye endamê komîteya navendî ya tevgera Sosyalîsta Kurdistanê û yek ji damezrênerên vê tevgerê buye. Roja pênçşema 27 ê tebaxa 1992 an de ji aliyê nûnerên kongreya yekema Partiya Yekgirtina Kurdistanê bi endamê komîteya navendî hatiye hilbijartin. Di sala 1993 li kongreya yanzdehem de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـYekgirtî hatiye hilbijartin. Di sala 2000 an de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi parêzgerê Kerkûkê hatiye destnîşan kirin.
Jiyanname
Nîzamedîn Ebdulmecîd di sala 1944 an de li parêzgeha Kerkûkê ji dayik bûye. Di sala 1969 an de bekaloryosa yasa li Zanîngeha Basra wergirtiye. Di salên (1968 - 1969) wekî parêzer li bajarê Kerkûkê kar kiriye. Di sala 1969 an de birêveberê nahiye ya Batîfa (Gêli) ya li parêzgeha Dihokê bûye. Di sala 1974 an de Qaymeqamê Zaxo bûye. Di salên (1975 - 1976) piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê Şahnişîna Îranê bûye. Di salên (1976 - 1979) ji aliyê desthilatdarên Hikûmeta Iraqê ve hatiye dûr xistin ji bo bajarê Semawe ya li nava Iraqê bi zorê hatiye veguhestin. Di sala 1981 an de Peymangeha Dadwerî ya Bexdayê temam kiriye. Di salên (1981 - 1991) endamê dawakarê giştî yê Iraqê bûye. Di sala 1986 an de bawernameya masterê ji Zanîngeh Bexda li yasa da bi dest ve aniye.
Di sala 1998 an de mamostayê wanebêjê beşa yasa û ramyarî Zanîngeha Selahedîn (Hewlêr) û salên (1997 - 2000) mamostayê yasaya tawan li kolêja polîsê Hewlêrê bûye. Serokê Encûmena Navenda Pêşxistina Kargêrî bûye li Wezareta Navxweya Herêma Kurdistanê. Endamê sendîkaya parêzerên Kurdistanê û dadwer bûye. Li roja sêşema 7 ê adara 2000 ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi parêzgerê Kerkûkê hatiye destnîşan kirin. Di sala 2001 an de endamê desteya damezrênerê lîjneya bilinda rûbirûbûna bi Ereb kirina Kurdistanê bûye. Di sala 2002 nûnerê kongreya Enfalê bûye. Li 13 ê kanuna duyema 2003 endamê desteya damezrênerê lîjneya bilinda rûbirûbûna bi Ereb kirina Başûrê Kurdistanê bûye û paşê bûye bi endamê desteya kargêrî ya vê lîjneyê. Di sala 2003 endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê li ser lîsta PartPartiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî bûye. Li sipêdehiya yekşema 21 ê kanuna yekema 2003 ji ber rûdaneke hatin û çûnê koça dawî kiriye û li goristana Te'lîm Tepe ya bajarê Kerkûkê bi axê hatiye spartin.
Xebatname
Nîzamedîn Ebdulmecîd di sala 1958 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê re kiriye. Di sala 1958 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û li sala 1962 an de şerefa endametiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê wergirtiye. Di salên (1963 - 1964) endamê navçeya lîjneya navçeya Qutabiyên amadehiyên Bexda ya ser bi lîjneya leqa pênc bûye. Di salên (1964 - 1968) li rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê da û li zanîngeha Basra çalakiyan kiriye û endamê lîjneya Sekreteriyeta Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bûye. Di salên (1964 - 1968) an de berpirsê leqa Basra ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bûye. Di salên (1964 - 1968) an de sernivîskarê belavkiriyên qutabiyên Kurd yê li Basra bûye ku bi dest dihate nivîsîn û bi awayeke nihênî dihate belav kirin. Li 21 ê Adara 1968 an de ji bo demeke yek hefte beşdariya xwepêşandana xwendekarên Zanîngeha Basra ya li dijî kuştina mamostayan de kiriye.
Di salên (1970 - 1973) an de endamê rêxistinê bûye li lîjneya rêxistina Batifa ya ser bi lîjneya navçeya Zaxo ya ser bi lîjneya leqa yek. Di salên (1983 - 1975) an de endamê navçeya lîjneya navçeya Zaxo ya ser bi lîjneya leqa yek bûye. Di sala 1974 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re li Behdînan de kiriye. Di salên (1975 - 1976) piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî Şahnişîna Îranê bûye. Di salên (1976 - 1979) ji aliyê desthilatdarên Hikûmeta Iraqê ve hatiye dûr xistin ji bo bajarê Semawe ya li nava Iraqê bi zorê hatiye veguhestin. Di sala 1976 an de bûye endamê komîteya navendî ya Tevgera Sosyalîsta Kurdistanê û yek ji damezrênerên vê tevgerê bûye. Di sala 196 an de berpirsê rêxistinên Tevgera Sosyalîsta Kurdistanê li Bexda û Kifrî bûye. Di sala 1989 an de heta heşt mehan li gel hevjîna xwe ya yekem da ji aliyê Dezgeha Emnî ya Silêmaniyê ve hatiye bend kirin û hatiye îşkence kirin. Di salên (1991 - 1992) berpirsê leqa Kerkûkê ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê bûye. Di sala 1992 berbijêrê lîsta yekgirtin ya Encûmena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Di sala 1992 an de berpirsê komîteya parêzgeha Kerkûkê û endamê Dezgeha Nirxandin û Lêkolînê ya (Partiya Yekgirtina Kurdistanê) bûye. Di sala 1992 nûnerê kongreya niştimaniya Iraqê (kongreya Pîrmam Selahedîn) bûye. Di sala 1992 li ser lîsta yekgirtinê ji bo Encûmena Niştimaniya Kurdistanê xwe berbijêr kiriye.
Di roja pênçşema 20 ê tebaxa 1992 li bajarê Hewlêrê beşdariya kongreya yekema Partiya Yekgirtina Kurdistanê kir. Di roja pênçşema 27 ê tebaxa 1992 ji aliyê nûnerên kongreya yekema Partiya Yekgirtina Kurdistanê bi endamê komîteya navendî hatiye hilbijartin. Di sala 1993 ji aliyê nûnerên kongreya yanzdehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1993 bûye berpirsê duyema lîjneya leqa çar. Di sala 1993 nûnerê kongreya Pîrmam ya rikeberên Iraqê bûye. Di sala 1994 an de berpirsê lîjneya leqa çar ya Silêmaniyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1994 an de endamê mekteba peywendiyên Kurdistanî bûye. Di salên (1997 - 1998) an de bûye berpirsê lîjneya leqa diwanzdeh ya Helebçe. Di sala 1998 an de ji bo qutabiyên xula yanzdehem ya peymangeha kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî semînerek di derbarê bi yasa û dadgehan pêşkêş kiriye. Ji bo cara duyem li salên (1998 - 2000) wekî endamê mekteb li mekteba peywendiyên Kurdistanî de kar kiriye. Di sala 1999 an de nûnerê kongreya Niştimaniya Iraqê bûye (kongreya Newyork). Di sala 1999 an de nûnerê kongreya diwanzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li Hewlêrê bûye.
Berhemên wî :
1 - Dewr al ata'n fî al ahkam / al qanun al cinaî.
2 - Serok Barzanî û aştî - 1998.
Çavkanî:
1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2 - Silêman Mistefa |Hesen, Kurd û yekem ezmun, (Hewlêr ـ çapxaneya Karo - 2017) rûpel 279.
3 - Kongre, encamên hilbijartina komîteya navendî ya Partiya me radigihîne, rojnameya Birayetî ya organa Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 1729, Hewlêr în, 27 ê tebaxa 1993 - rûpel 1.
4 - Rêberê derçûyên xula 18, (Hewlêr ـ Encûmena Fêrkirina Bilind ـ Zanîngeha Selahedîn 1999) - rûpel 159.
5 - Al belax al xetamî lil mutemer al tewhîdî lil hizb (yekgirtin) al Kurdistanî, cerîde gel (al şa'ab), al a'dad 52, al sene al aşra, eylul 1992 - sahife 7.
6 - Hêriş Kemal Rêkanî, Eşîretên Behdînan 1514 - 1919 (Dihok ـ Zanîngeha Dihok ـ Navenda Beşikçî ya Vekolînên Mirovayetiyê 2019) - rûpel 479.
7 - Husen Seîd Yusif Şîlanî, şîire al Gêli dirase fî a'laqatha al ictimaiye we tarîxha al siyasî fî al a'sir al hedîs, (Dihok ـ matba'a Xanî 2013) - sahife 449.