Nezhet Halî Mihemed Qadir

Siyasetmedar Nezhet Halî Mihemed Qadir, bi navê )Nezhet Halî(, hatiye nas kirin. Di sala 1982 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û di sala 1984 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên yanzdehem 1993 û diwanzdehem 1999 bûye...


Siyasetmedar Nezhet Halî Mihemed Qadir, bi navê (Nezhet Halî), hatiye nas kirin. Di sala 1982 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û di sala 1984 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên yanzdehem 1993 û diwanzdehem 1999 bûye û di sala 2010 û li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2004 an de berpirsê mekteba rêkxistina taybet bûye. Di sala 2018 an de bûye Birêveberê Ajansa Parastina ser bi Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê.

 

Jiyanname

Nezhet Halî di sala 1966 an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 2000 an de beşa yasa ya li kolêja maf ya Zanîngeha Selahedîn - Hewlêrê temam kiriye û di sala 2007 an de masterê li zanîngeha berevaniya niştimanî (Difa' Al Watanî) li Bexdayê wergirtiye. Di sala 2018 an de bûye Birêveberê Ajansa Parastinê ya ser bi Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê. Şarezayê zimanên Kurdî, Farisî, Îngilîzî û Erebî ye.


Xebatname

Bapîrê Nezhet Halî di sala 1932 an de li şoreşa yekema Barzan da şehîd bûye û bavê wî (Halî Dolemerî) di sala 1945 an de piştî şikesta şoreşa duyem a Barzan koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye û di sala 1946 an de beşdariyê li artêşa Komara Dêmokratîka Kurdistanê de kiriye û li sala 1947 an de yek ji wan hevalên General Mistefa Barzanî ya rêya ber bi Yekîtiya Sovyetê bûye û di sala 1995 an de şehîd bûye.

 

Nezhet Halî di sala 1975 an de bi malbata xwe re piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û di sala 1982 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û di sala 1984 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên yanzdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 an bûye û di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Di dema kar kirina li nava rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, çendîn erk û berpirsiyariyan wergirtiye. Weku endamê mekteba rêkxistina taybet 1995, berpirsê parastina parêzgeha Dihokê 2001, kargêrê lîjneya leqa yek ya Dihokê 2001, yarîdederê Serokê Dezgeha Parastina Giştî (2002 - 2003), berpirsê mekteba rêkxistina taybet 2004 û hwd...


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir