Mihemed Xurşîd Tofîq

Mihemed Xurşîd Tofîq, di 28ê Adara 1986an de bo cara yekem tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê bû, di kongireya çardemîn de wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hate hilbijartin, di 3ê Sibata 2023an de wek cîgirê serokê Mekteba Rêxistina Kerkûk-Germyanê wergirtye.


Jiyanname

Mihemed Xurşîd Tofîq, bi navê Dr. Mihemed Xurşîd tê naskirin, di 19ê Mijdara 1966an de li Kerkûkê ji dayik bûye, di sala 1975’an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê koçberî Îranê bû, xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Îranê qedandiye, Di sala 1991ê de piştî Serhildana Kurdistanê vegeriya Kurdistanê û di sala 2002-2003an de beşa Qanûnê ya Zanîngeha Selahedînê qedand.

Di salên 2004-2007an de di rêkxistiya (NDI) de beşdarî bû û pisporiya Karûbarên danustandnan wergirtiye, di 12ê tîrmeha 2008an de li zanîngeha Selahedîn bawernameya masterê di beşa Qanûna Îdarî de sernavê (Berpirsiyariya Îdareya Di Qerebûya Qurbaniyên Tawanên Terorîzmê de) wergirt, di 14ê Sibata 2015an de, doktoraya xwe di Felsefeya Qanûna Giştî de li zanîngeha Selahedînê bi navê (Garantîkirina maf û azadiyên giştî di rûbirûbûna rêkarên kontrola îdarî de) wergirt. Zimanên Erebî, Farisî û Îngilîzî dizane.


Xebatname

Mihemed Xurşîd Tofîq, di 28ê Adara 1986an de bo cara yekem tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê bû, di komîteya navçeya Şwan a liqa 3 ya Kerkûkê de bû pêşmerge, di sala 1988’an de dibe fermandarê yekeya Komîteya Rêxistinî ya Şêx Bizîn a ser bi komîteya navçeya Şwan ve, di salên 1991-1992 de beşdarî kursa nehemîn ya Enstîtuya Kadroyên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû û di nav dehên yeke yên vê kursê de cih girt, di sala 1992an de bûye endamê beşa rêxistina liqa 3 ya Kerkûkê, di sala 1994an de bû cîgirê berpirsê komîteya navçeyê di nava baregeha liqa sêyem a Kerkûkê de, di sala 1995an de bû endamê liqa 3 ya Kerkûkê, di sala 1996an de bû berpirsê komîteya navçeya Şwan a liqa sêyem a Kerkûkê, di sala 2000ê de bû berpirsê komîteya navçeya Xaneqîn a liqa 3 ya Kerkûkê, di sala 2002an de wek berpirsê komîteya navçeya Çemçemal li liqê Kerkûkê hat destnîşankirin, di sala 2003an de bû kargêrê liqê û berpirsê mekteba rêxistinê li liqa sêyem a Kerkûkê, di sala 2003an de wek çavdêrê komîteya navçeya Dubiz li liqa sêyem a Kerkûkê hate destnîşankirin, di sala 2010ê de bû cîgirê liqa sêyemîn a Kerkûkê, di sala 2011ê de wek endamê Encûmena Serkirdatiya Kerkûk - Germiyanê hat destnîşankirin û bû berpirsê mekteba rêxistinê a encumenê, di sala 2017ê de berpirsatiya liqa 3 ya Kerkûkê wergirtiye.

Di jiyana Pêşmergayetî de li çiyayan di çend şeran de beşdar bûye û du caran birîndar bûye, ji wan şeran: 1987: danan kemînekê ji bo leşkerên artêşa Iraqê di navbera Çemçemal û Tekyayê de, 1988 - Şerê ser cadeya di navbera Qerehencîr û Çemçemal de, di heman salê de li devera Rezge şer û girtina Îvayeke leşkerî,di sala 1989an de girtina rebayeke leşkerî li Berqesrê, piştî Serhildana Kurdistanê jî beşdarî çendîn şerên rizgarkirina Kurdistanê bûye, di 8ê Adara 1991ê de şerê Banî Meqan û di 10ê Adara 1991ê de jî girtina Qerehencirê, Di roja 20 - 21 Adar 1991 de, azadkirina Kerkûkê, di 25’ê Adara 1991’an de Baregeha Xalid û 28’ê Adara 1991’an de jî şerê parastinê li Baregeha Feyleqê.

Beşdarî şerê dijî terorîstên DAIŞê li enya Kerkûkê bûye, wek şerê gundê Xeraberût li eniya rojavayê Kerkûkê li sala 2014an, di 30ê Kanûna duyem a sala 2015an de şerê li başûrê Kerkûkê û di 9ê sibata heman salê de şerê Taq Taqê, di 9’ê Nîsana 2015’an de ji bo rizgarkirina gundên Smayil Awa heta Mela Ebdullah,di  16ê Nîsana 2015an azadkirina gundên Saad, Xalid, Etşane yên eniya Daqûqê, di 11ê Îlonê de, azadkirina gundên Kakeyan yên eniya Daqûqê, di rojên 5 û 26ê Nîsana 2016an de şerê navenda komîta navçeyê li Doz,  di 21ê Cotmeha 2016ê de, Bersiva êrişeke çekdarên DAIŞê li Kerkûkê.

Endamê kongreyên 11, 12 û 13 yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû, di kongireya 14. de wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hate hilbijartin, di 3’ê Sibata 2023’an de bû Alîkarê Mekteba Rêxistina Parêzgeha Kerkûk-Germyanê.

Ji berhemên wî:

Gelek lêkolînên wî yên qanûnî û dîrokî hene û sê berhemên wî wek pirtûk hatine çapkirin:

  • Destpêkek Têgihîştina Hilbijartinan, 2002, ji hêla Wezareta Perwerdehiyê ve wekî bernameyek dibistana navîn tê hîn kirin.
  • Berpirsiyariya Îdareya Di Qerebûya Qurbaniyên Tawanên Terorîzmê de, 2003.
  • Garantîkirina maf û azadiyên giştî di rûbirûbûna rêkarên kontrola îdarî de, 2015.

Çavkanî:

- Arşîva Komîteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir