Kongreya 10mîn ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê Hewlêr – 2001

Kongreya 10mîn ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê di sala 2001ê de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di reşweke aram de hat lidarxistin.


Rewş û lidarxistina kongreyê:

Weke nerîteke ji nû ve rêxistinkirin û xwe nûkirinê, di Nîsana 2001ê de, piştî şert û mercên guncav, biryara lidarxistina kongreya nû ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê hat dayîn û ji bo vê jî Komîteya Amadekar a Kongreyê li Mekteba Sekreteriyê bi serpereştiya Sekreterê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê hate avakirin. Di navbera 5 û 20ê Nisana 2001ê de vê komîtê hemû amadekariyên kongreyê kirin û endamên kongreyê ji liq û komîteyên navçeyan hatin hilbijartin(1).

Piştî amadekariyan, kongre ji 28 heta 31 Tîrmeh 2001 li Hewlêrê bi diruşmeya “Zanist – Aştî – Nûbûn” bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî dest pê kir. Pêşî Serok Mesûd Barzanî gotara xwe pêşkêş kir û piştre jî nameya Celal Talebanî sekreterê yekem ê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Sekreterê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNKê), gotara Dr. Roj Nûrî Şawês Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê, Wezîrê Perwerde, Parêzgarê Hewlêrê û nûnerên Komeleya Xwendekarên Kurdistanê ve hatin xwendin(2). Di vê kongreyê de 427 nûnerên hemû rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê beşdar bûn(3).

Di encamê de nûneran ji bo komîteya rêveber komîteyek nû bi vî rengî hilbijart:

1- Mûsa Ehmed Axa

2- Îsa Ehmed Axa

3- Leyla Emîr As

4- Ferset Sofî

5- Şîlan Cefer Elî

6- Rojgar Hemed Emîn, naskirî bi Rojgar Şêxanî

7- Elî Teter Tofîq

8- Mezher Ewla

9- Sakar Gazî Mihemed Elî

10- Newzad Ebdullah

11- Nizar Şêx Tahir

12- Feysel Sadiq Tofîq

13- Yasîn Salih Heme

14- Zubêr Ebdullah

15- Barzan Ziyad

16- Hejar Kako Ehmed

17- Omêd Kamil

18- Azar Heso Mîrxan

19- Muzefer Faxir

20- Zêrevan Husên Hesen

21- Merdan Xidir.

Endamên Yedek ên Komîteya Rêveber:

1- Berevan Hemdî Husên

2- Lawend Osman

3- Cotyar Elî

4- Kawe Resûl

5- Awat Karox(4).

Di 14ê Tebaxa 2001an de, li baregeha Mekteba sekreteriya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, di nava endamên Komîteya Rêveber de, endamên Mekteba Sekreteriyê bi vî rengî hatin hilbijartin:

1- Mûsa Ehmed – Sekreter

2- Îsa Ehmed - Endamê Mekteba Sekreteriyê

3- Yasîn Salih Heme – Endamê Mekteba Sekreteriyê

4- Leyla Emîr As – Endama Mekteba Sekreteriyê

5- Ferset Sofî – Endamê Mekteba Sekreteriyê

6- Hejar Kako - Endamê Mekteba Sekreteriyê

5- Şîlan Şêx Cefer – Endama Mekteba Sekreteriyê(5).


Çavkanî:

  1. Irfan Ezîz Ezîz, Kongre û Konferansên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, Çapa 1, (Hewlêr-Çapxaneya Rojhelat-2012), r 154.
  2. Aştî, Serok Barzanî sponseriya dehemîn konferansa Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê dike, Kovara Golan El-Erebî, Saziya Golan ya Çand û Ragihandinê, Hejmar 63, Sala şeşan, Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 31.08.2001, r 4, Ferset Sofî, Panorama 10mîn Kongireya Yekîtiya me bi Dirûşma Zanist, Aşitî, Nûkirin, Kovara Xebata Qutabiyan, Organa Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, hejmar 49, Hewlêr, Îlon 2001, r 15-16.
  3. Kongireya 10mîn ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bi dawî dibe, rojnama Biryatî, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), hejmar 3449, Çarşem, 1.08.2001, r 3. Ferset Sofî, çavkaniya berê, r 17.
  4. Sîrwan Osman, Dîrokek geş û karwanek neşikestî, (Hewlêr – Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî – 2014), r. 48-49.
  5. Irfan Ezîz Ezîz, çavkaniya berê, r 158 – 159.

Gotarên Têkildar