Kongreya nehemîn ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê Hewlêr – 1998

Kongreya nehemîn ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê, piştî derbaskirina qonaxa dijwar a şerê navxweyî li Başûrê Kurdistanê, di sala 1998an de li Hewlêrê hat lidarxistin.


Rewşa beriya lidarxistina kongreyê:

Di 17ê Tîrmeha 1994an de Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên)  Kurdistanê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destûrnameyek fermî wergirt (1). Li gor pêşniyarên kongireya heştem diviyabû di sala 1995an de kongreya nehemîn ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê bihata lidarxistin lê ev dîrok sê sal derbas bû, çend sedemên paşxistinê hebûn, ya herî girîng jî tevlîbûna Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) di zincîreya şerên navxweyî yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di Gulana 1994an de bû. Di encamê de piraniya baregehên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê hatin talankirin û endamên wê hatin girtin û tirsandin(2).

Tevî rewşa dijwar a ku hatiye sepandin, di navbera salên 1993 û 1998an de, Desteya Kargêrî a Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê 9 civîn ji bo birêxistinkirina rêzên xwe û birêvebirina karûbarên xwendekaran li dar xistin, di civîna dawî de, ango di civîna nehan a Desteya Kargêrî ya roja 17ê Nîsana 1998ê de, biryar hat dayîn ku kongreya nehemîn ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê were lidarxistin(3). Komîteya Amadekar a Kongreyê hate avakirin û di 20’ê Gulana 1998’an de ji bo hilbijartina nûnerên Kongreyê di hemû liqan de hilbijartin hatin kirin(4).

Rêvebirina Kongreyê:

Piştî hemû amadekariyên komîteya amadekar, roja çarşemî 27.07.1998`an, bi amadebûna 260 nûneran, kongireya nehemîn ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, bi diruşma (Zanist, Azadî, Pêgehandin) bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, li hola Rewşenbîrî ya bajarê Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê hat lidarxistin(5).

Roja çarşemî 29ê Tîrmeha 1998`an, nûnerên kongreyê dengê xwe dan endamên desteya kargêrî ya nû(6). Yekem car di dîroka Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê de, Kota ji bo jinan ji bo desteya kargêrî hat danîn ku di encamê de 4 jinan ji Kota jinan sûd wergirtin.

Di kongreyê de desteya kargêrî bi vî rengî hate hilbijartin:

1- Îsa Ehmed Axa

2- Elî Ewnî Ne'met

3- Şaban Şaban Ehmed

4- Şakir Ebûbekir Ezîz

5- Awaz Ebdulwahid Xidir

6- Xalib Husên Osman

7- Ehmed Mihemed Omer

8- Elî Teter Tofîq

9- Mûsa Ehmed Axa

10- Hejar Kako Ehmed

11- Hengaw Ebdullah Xan

12- Şemêran Elî Mihemed

13- Zubêr Ebdullah Husên

14- Fexir Husên Sadiq

15- Mihemed Şukrî Mihemed Seîd

16- Karwan Celal Elî

17- Selam Husên Muhammed

18- Semîra Nadir Qadir

19- Beyan Osman Hesen.

Yedek jî wiha bûn:

1- Nazim Reşîd Îsmaîl

2- Sîrwan Osman Hesen

3- Moslih Hesen Mîrxan

4- Murad Xoşewî Husên

5- Şîlan Cefer Elî, bi navê Şîlan Şêx Cafer tê naskirin.

Di 12’ê Tebaxa 1998’an de desteya kargêrî di civîna xwe ya yekem de Elî Ewnî wek sekreter û endamên Mekteba Sekreteriyê ya jêrîn hilbijart:

1- Şakir Ebûbekir Ezîz

2- Hengaw Ebdullah

3- Şeban Şaban

4- Awaz Ebdulwahid

5- Karwan Celal Elî

6- Îsa Ehmed Axa.

Di vê heyamê de Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê 8 liq hebûn, di nav wan de liqên zanîngeha Selahedîn, Raperîn, Hewlêr, Silêmanî, Duhok-Nînewa (Şaxê Zanîngeha Duhokê ku di Tîrmeha 1998an de hatiye damezrandin), Soran, Akrê pêk dihat.


Çavkanî:

  1. Sasan Awnî, Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê: Çend Aliyên Têkoşîn û Dîrokê, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 1998), r 214.
  2. Irfan Ezîz Ezîz, Kongre û Konferansên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, Çapa 1, (Hewlêr - Çapxaneya -Rojhelat-2012), r 128.
  3. Sasan Awnî, çavkaniya berê, r 190-270.
  4. Irfan Ezîz, çavkaniya berê, r 129.
  5. Yekîtiya me bi amadebûna Serok Barzanî kongreya xwe ya 9. li dar xist, Rojnameya Xebatî Qutabyan, Organa Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, Hejmar 31, dewra Sêyem, Hewlêr, 20.09.1998, r 1.
  6. Kongireya nehemîn ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bi hilbijartina serkirdayetiya nû bi dawî dibe, rojnameya Xebat, berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 885, roja Înê, 31.07.1998, r 1.
  7. Hilbijartina endamên desteya kargêrî ya nû ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, rojnama Xebat, berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 886, În, 07.08.1998, r 3. Di rewşeke demokratîk de, desteya nû nû ya Yekîtiya me hate hilbijartin, Rojnameya Xebatî Qutabyan, Organa Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, hejmar 31, dewra sêyem, Hewlêr, 20.09.1998, r 4.
  8. Karwan Kadanî, çavkaniya berê, r 25.
  9. Irfan Ezîz, çavkaniya berê, r 137 – 145.

Gotarên Têkildar