Kongreya 11mîn ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê Duhok – 2004

Kongreya 11mîn ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê piştî azadkirina Iraqê di sala 2003an de ji aliyê welatên hevpeyman ve, yekem car di sala 2004ê de li Duhokê hat lidarxistin.


Rewşa beriya lidarxistina Kongreyê:

Di sala 2003’an de, Iraq rûbirû guherîneke siyasî ya mezin bû, piştî êrîşa Hevpeymanan, sîstema dîktatorî li Iraqê hilweşiya û şûna desthilata federal a demokratîk ciyê wê girt ku bi dehan salan gelê Iraqê ji bo wê têdikoşiya. Herêma Kurdistanê û bi taybetî gelê Kurd roleke mezin di van guhertinên li Iraqê de lîstin û mafê wan bû ku bibin yekem sûdmendê van guhertinan, divê hamû mafên wan yên netewî di destûra nû ya Iraqê de bên cîbicîkirin, bi saya hewlên bêwestan ên serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê û Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) mafên destûrî yên gelê kurd di destûra nû ya Iraqê de hatine cîbicîkirin û Herêma Kurdistanê ji herêmeke dorpêçkirî derbasî herêmeke federal a demokratîk û vekirî ji dinyayê re bû û piştre bû penageheke aram ji bo hemû demokratxwazan ne tenê li Iraqê, lê li seranserê deverê.

Guhertinên bilez ên piştî azadbûna Iraqê, hemû rêxistinên siyasî û cemawerî han dan ku qadeke nû vekin û bi lez û bez bi guhertinan bimeşin, di nav wan de Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û rêxistinên wê yên cemawerî. Yekitiya Qutabiyên Kurdistanê yekser piştî azadkirina Iraqê, ango piştî bihara sala 2003ê, bi lez û bez navenda xwe li piraniya bajarên Iraqê bi taybetî li Bexdayê û navçeyên sînorê madeya 140 vekir û amadekariya kongreya nû kir. Piştî civîna Komîteya Rêveber a Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, biryar hat dayîn ku di zûtirîn dem de kongreya yazdehemîn a rêxistinê were lidarxistin û ji bo vê jî komîteya amadekar hat avakirin, piştî hemû amadekarî û serkeftina endamên kongreyê, biryar hat dayîn ku kongre bo yekem car li bajarê Duhokê were lidarxistin(1).

Lidarxistina Kongreyê:

Kongire di navbera 30.07.2004 û 4.08.2004 li hola kolîja çandiniyê ya zanîngeha Duhokê, bi amadebûna 386 nûnerên hemû rêxistinan, di bin diruşma (Zanist, Azadî, Pêşketin) dest pê kir(2).

Kongre bi amadebûna Elî Şingalî nûnerê Serok Barzanî, Rêbwar Yalda Berpirsê Mekteba Navendî ya rêxistinên pîşeyî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) dest pê kir û cara yekem nûnerên Bexda û Xaneqînê beşdarî kongreyê bûn(3).

Di roja yekem a kongreyê de çend komîte hatin avakirin û piştre bi dengdanê kadroyên nû yên desteya rêveber hatin hilbijartin ku ji van pêkdihat:

1- Serheng Zahir

2- Hoşmend Refat

3- Sidqî Mehmûd

4- Zêrevan Husên

5- Dilşad Şaban

6- Enes Eyûb

7- Muaz Ebdullah

8- Muşîr Mihemed

9- Karzan Sedredîn

10- Emad Elî

11- Rehêl Hesen Sebrî

12- Hêmin Bajelan

13- Cefer

14- Tahir Mihemed Ehmed

15- Serwa Salih Mistefa

16- Kawa Resûl Mihemed(4).

Piştî hilbijartina endamên Komîteya Rêveber, amadekirin û erêkirina raporên komîteyan, di 1'ê Tebaxê de hilbijartinên sekreter û endamên sekreteriyê dest pê kir û sekreteriya nû bi vî rengî hate hilbijartin:

1- Berven Hemdî - Sekreter

2- Lawand Osman - Endamê Mekteba Sekreteriyê

3- Kurdo Ihsan - Endamê Mekteba Sekreteriyê

4- Aryan Selahedîn Esed – Endamê Mekteba Sekreteriyê

5- Rênas Cano Mihemed naskirî bi Rênas Bamernî – Endamê Mekteba Sekreteriyê

6- Navser Nûrî - Endamê Mekteba Sekreteriyê

7- Fexredîn Mehdî Cercîs – Endamê Mekteba Sekreteriyê

8- Şêrwan Hîto – Endamê Mekteba Sekreteriyê

9- Awat Karox – Endamê Mekteba Sekreteriyê

10- Hêmin Reşîd Zeydan, bi navê Hêmin Bajelan, endamê Mekteba Sekreteriyê.

11- Merdan Xidir - Endamê Mekteba Sekreteriyê

12- Xemlan Mihemed Salih – Endamê Mekteba Sekreteriyê

13- Senger Kanebî Heme Salih, naskirî bi Senger Kanebî Gewre, endamê Mekteba Sekreteriyê.

14- Yasîn Salih – Endamê yedek ê Mekteba Sekreteriyê(5).

Peykerê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê di vê kongreyê de ji 16 liqan pêk dihat ew jî: Hewlêr. Zanîngeha Selahedîn. Zanîngeha Soran. Zanîngeha Duhokê. Mûsil, liqê Akrê, Zaxo, zanîngeha Kerkûkê, Germiyan, Silêmanî, zanîngeha Silêmaniyê, Helebce, Raperîn, Soran, Kerkûk û liqê Bexdayê(6).


Çavkanî:

  1. Irfan Ezîz Ezîz, Kongre û Konferansên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, Çapa 1, (Hewlêr-Çapxaneya Rojhelat-2012), r 174.
  2. Daxuyaniya Dawî ya Kongreya 11mîn ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê (YQK), Rojnameya Ruwanîn, Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, hejmar 11, Hewlêr, 11ê Cotmeha 2004, r 2.
  3. Mûsa Ehmed, 11mîn kongreya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê îro bi beşdariya 370 nûneran tê lidarxistin, Rojnameya Xebat, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 1517, Hewlêr, Duşem, 02.08.2004, r 3.
  4. Irfan Ezîz Ezîz, çavkaniya berê, r 176.
  5. Sîrwan Osman, Dîrokek geş û karwanek neşikestî, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2014), r 50.

Irfan Ezîz Ezîz, çavkaniya berê, r 176, 178.


Gotarên Têkildar