Kongreya 12emîn a Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê - Hewlêr 2007

Kongreya 12emîn a Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê, di 23 Îlon 2007 de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.


Lidarxistina Kongreyê:

Ji bo ku refên xwe ji nû ve birêxistin bike û li gorî rewşa nû tevbigere, Sekreteriya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê biryara lidarxistina kongreya xwe ya 12. da, ji bo vê jî komîteyeke amadekar hat avakirin û Tîrmeha 2007’an weke jivanê lidarxistina kongreyê hate diyarkirin, di demeke kin de amadekariyên kongreyê ji aliyê komîteya amadekar ve bi dawî bû û endam di rêxistên Liqan de ji bo kongreyê ser ketin, lê ji ber çend sedeman kongre li gorî bernameya xwe nehat lidarxistin û 2 mehan hat paşxistin(1).

Piştî hemû amadekariyan, di 23-24 Îlon 2007 de kongre li hola Pêşewa a bajarê Hewlêrê, bi amadebûna 410 nûnerên hemû rêxistinên liqan, di bin diruşmeya (Zanist û Têkoşîna ji bo Neteweyeke Azad - Ber bi Pêşerojeke Ronahî), bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Ednan Muftî Serokê Parlamentoya Kurdistanê(2). Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK), Newzad Hadî Parêzgarê Hewlêrê, Balyozê Firansa li Iraqê û çend mêvanên din dest bi karên xwe kir(3).

Di vê kongreyê de hin guhertin di şertên têkildarî rêxistinên Yekîtiya Qutebiyên Kurdistanê de hatin kirin., weke Liq bo navenda parêzgehê û komîta herêmî bo liqa navçeyê(4).

Piştî xwendina axaftinên beşdaran û amadekirina raporên komîteyên hatine destnîşankirin, Sekreteriya nû ji aliyê endamên kongreyê ve wiha hat hilbijartin:

1- Rênas Cano - Sekreter

2- Herman Mihemed Selîm – Berpirsê Beşa Rêkxistinê, kargêrê Mekteba Sekreteriyê

3- Cebar Hacî Ebdullah - Berpirsê Beşa Amar û Plandanînê, kargêrê Mekteba Sekreteriyê.

4-Şedûman Xelîl – Berpirsê Beşa Pêwendîyan, kargêrê Mekteba Sekretariyê

5- Karwan Mihemed Sabir - Berpirsê Beşa Ragihandinê, kargêrê Mekteba Sekreteratiyê

6- Irfan Ezîz Ezîz - Berpirsê Beşa Werziş û Hunerî, kargêrê Mekteba Sekreteriyê.

7- Ehmed Bijar Fazil – Berpirsê Karûbar û Nûneratiya Qutebiyan, kargêrê Mekteba Sekreteriya

8- Şukriya Teymûr Ehmed – Berpirsa Beşa Rewşenbîrî û Perwerdeyê, kargêra Mekteba Sekreteriyê.

9- Şeyma Mihemed Zahir - Berpirsa Beşa Darayî û Birêvebirî, kargêra Mekteba Sekreteriya

10- Hogar Bayiz Salih - Endamê Beşa Darayî, Endamê Mekteba Sekreteriyê

11- Aryan Selahedîn Esed - Endamê Beşa Karûbar û Nûnertiya Qutebiyan, Endamê Mekteba Sekreteriyê

12- Şivan Hemdî Husên - Endamê Beşa Rêkxistinê, Endamê Mekteba Sekreteriyê.

Endamên yedek yên Sekreteriyê:

1- Enes Eyûb Ebdulrezaq – Endamê Beşa Rêkxistinê, Endamê yedek yê Mekteba Sekreteriyê.

2- Omer Bekir Wesû - Endamê Beşa Rêkxistinê, Endamê yedek yê Mekteba Sekreteriyê.


 Çavkanî:

  1. Irfan Ezîz Ezîz, Kongre û Konferansên Yekîtiya Qutebiyên Kurdistanê, Çapa 1, (Hewlêr-Çapxaneya Rojhelat-2012), r 206.
  2. Bi çavdêrî û amadebûna Serokê Kurdistanê 12mîn Kongreya Yekîtiya Qutebiyên Kurdistanê dest pê kir, Rojnameya Xebat, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 2627, Hewlêr, Duşem, 24.09.2007, r 1.
  3. Irfan Ezîz Ezîz, çavkaniya berê, r 207.
  4. - Rapora encamên kongireya 12. ya Yekîtiya Qutebiyên Kurdistanê, Kovara Xebata Qutebiyan, Organa Yekîtiya Qutebiyên Kurdistanê, hejmar 72, Hewlêr, Çapxaneya Rojhelat, Kanûna duyem 2008, r 10-11.
  5. Heman çavkanî, r 12

Gotarên Têkildar