Konferansa Hevbeş ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê, Gundê Xinêra – 1986

Di sala 1986’an de Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên (Ciwanên) Dêmokrat a Kurdistanê ji ber rewşa nebaş a Başûrê Kurdistanê û nêzîkbûna têkoşîna pîşeyî ya her du rêxistinan, ji bo demekê biryara lidarxistina konferanseke hevbeş dan.


Sedemên lidarxistina konferansê:

Rewşa aştiyane ya li Başûrê Kurdistanê, weke ku di 11ê Adara 1970î de hatiye lihevkirin dirêj nekişand û gav bi gav hikûmeta Bexdayê dev ji sozên xwe berda û serkirdayetiya şoreşê ji her demê bêhtir bêhêvî bû û ji hikûmetê dûr dikeft, heta ku çêbû di sala 1974an de dîsa di navbera herdu aliyan de şer derket. Vê rewşê bêguman bandoreke mezin li ser xebata rêxistinên cemawerî yên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê kir, bi taybetî Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, ji ber ku kar û rêxistinên wê piraniya navçeyên Iraqê digirt.

Piştî lidarxistina kongreya heftemîn ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, ji ber rewşa nebaş, ji ber ku biryar bû kongreya salane were lidarxistin, nekarî armanca xwe pêk bîne. Ev rewş piştî Peymana Cezayîrê ya 6ê Adara 1975an û têkçûna Şoreşa Netewî ya Îlonê aloztir bû, ji ber ku rêxistinên partayetî yên navxwe li başûrê Kurdistanê bi temamî hatin têkbirin û hejmareke mezin ji Kurdên Iraqê reviyabûn welatên cîran, bi taybetî welatê Îranê.

Tevî Peymana Cezayîrê û têkçûna şoreşê, hewlên ji bo vejandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê nesekinîn, di 16’ê Kanûna yekem a 1975’an de yekemîn rêxistina nepenî ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ji aliyê Rêber Mela Husên Avdel ve li bajarê Zaxoyê hate avakirin. Vê rêxistina nepenî karî di demeke kin de xebatên xwe bi pêş bixe û bû platformek ji bo gihandina dengê şoreşê ji bo gelê Başûrê Kurdistanê, ev rêxistina nepenî piştî eşkerekirin û bidarvekirina Rêber Mela Îsmaîl di 23'ê Nîsana 19761'an de bi dawî bû(1).

Kar û çalakiyên rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, ji ber çavdêriya tund a li ser penaberan li Îranê pir kêm bû, heta ku di sala 1979’an de desthilatdariya Padîşahî hilweşiya û Komara Îslamî ya Îranê li şûna wê hat, vê guherîna di desthilatdariya Îranê de hinekî azadiya xebatê da penaberan, rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên dîsa dîsa li xwe ketin û di 17’ê Gulana 1979’an de her bi navê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê civînek mezin li bajarê Kerecê Îranê li dar xistin, di vê civînê de sekreteriyeteke nû ji bo rêxistina Îranî ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê hate avakirin ku ji: Dilşad Barzanî, Heval Zekeriya Akreyî, Şêrko Burhan Dizeyî, Helmet Elî Ebdullah, Seyfedîn Reşîd Sindî, Taha Ebdulrehman Berwarî û Hacî Ebdulrehman Derwêş pêk dihat(2).

Piştî vê civîna berfireh, di sala 1979an de, Rêxistina Îranê ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê kovara (Dengî Qutabî) bi zimanê Kurdî û kovara (Seday Daneş Amouz) bi Farisî derxistin(3).

Vê civînê rê li ber Konferansa Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ya sala 1981ê vekir. Konferans bi beşdariya 67 endaman li bajarê Kerecê hat lidarxistin û liqa penaberan a Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê hat avakirin, weşana(Dengê Xwendekaran) organa rêxistina Îranê ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bû organa liqê penaberan(4) û berpirs û kargêrên liqê bi dengdanê hatin hilbijartin û ev bûn:

1- Hacî Ebdulrehman Derwêş – berpirsê Liqê

2- Taha Ebdulrehman Berwarî – kargêrê Liqê

3- Zenûn Yûnis Rojbayanî – kargêrê Liqê

4- Hacî Remezan Akreyî – kargêrê Liqê(5).

Piştî damezrandina liqa penaberan a Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, rêxistin berfireh bûn û gelek çalak bûn, dûv re vê liqê di sala 1982-an de konferansa xwe ya duyemîn û di sala 1983-an de konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist(6).

Piştî vê konferansê heta sala 1986an rewşa rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê zêde neguherî.

Tevî ku rêxistinên liqa penaberan a Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê û heta liqên Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê piştî sala 1983’an bi awayekî aktîf kar dikirin û roleke bibandor ligel rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê lîstin, ji ber vê yekê û ji ber nêzkbûna têkoşîna wan ji aliyê serkirdayetiya partiyê û sekreteriya her du rêxistinan ve di sala 1986’an de biryara yekgirtin û lidarxistina konferanseke hevbeş a her du rêxistinan hate dayîn(7).

 

Lidarxistina Konferansê:

Ji 28 ta 30ê Tebaxa.1986, li gundê Xinêra ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, di bin diruşma (ber bi yekgirtinê ve ji bo rûxandina rêjîmê û bidawîanîna şer ji bo ku em di warê aştî û demokrasiyê de bixwînin), konferansa hevbeş a Yekîtiya Qutabî û Lawên dêmokrat ên Kurdistanê dest bi karê xwe kir. Armanca vê konferansê yekkirina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Dêmokrat ên Kurdistanê di yek rêxistinê de bû(8).

Di destpêkê de gotara Komîteya Çavdêriya Konferansê hate xwendin û piştre peyama Serok Mesûd Barzanî, gotara Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, nameya rizgarîxwazên Netewên Kurdistanê (Kûk) û Sekreteriya Rizgariyê, hatin xwendin(9).

Di vê konferansê de komîteyek ji 15 kesan ji bo desteya kargêrî ya Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrat ên Kurdistanê hate hilbijartin bi vî awayî:

1- Kirîstof Yelda Torxan, naskirî bi Rebwar Yelda, Sekreter.

2- Kurdistan Pîrdawd Qadir

3- Hacî Ebdulrehman

4- Îbrahîm Mistefa

5- Ebdullah Xelo Elî

6- Îsmaîl Îbrahîm Fetah naskirî bi Simko Amêdî

7- Firyad Şefî Mihemed naskirî bi Firyad Barzanî

8- Teyar Selîm

9- Ehmed Mela Qasim

10- Adil Elî

11- Azad Fayiq Xefoor, Dijwar Fayiq

12- Newzad Mihemed Necîb

13- Rifat Seîd Mihemed Emîn

14- Îhsan Ebdullah Qasim naskirî bi Îhsan Amêdî

15- Rizgar Kemeki, naskirî bi Rizgar Kurdistanî(10).

Endamên yedek ên desteya kargêrî:

1- Ehmedê Dizgirî

2- Nebî Ehmed

3- Hesen Mihemed Hesen, naskirî bi navê Hesen Şebîbe.

Di yekemîn civîna desteya Kargêrî de ku roja 20ê Îlona 1986ê li baregeha mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi amadebûna hevalan Îdrîs Barzanî û Fazil Mîranî endamên mekteba siyasî, Sekreteriya Yekîtiya Qutabî û Lawên Dêmokrat ên Kurdistanê bi vî rengî hate hilbijartin:

1- Rêbwar Yelda - Sekreter.

2- Hacî Ebdulrehman – Endamê Mekteba Sekreteriyê.

3- Ibrahîm Mistefa Mihemed - Endamê Mekteba Sekreteriyê.

4- Firyad Barzanî – Endamê Mekteba Sekreteriyê.

5- Ebdullah Xelo – Endamê Mekteba Sekreteriyê.

Berpirsên liqan ji endamên desteya kargêrî wiha hatin destnîşankirin:

1- Adil Elî – Berpirsê Liqê Hewlêrê.

2- Dijwar Fayiq – Berpirsê Liqê Kerkûkê.

3- Newzad Mihemed Necîb – Berpirsê Liqê Silêmaniyê.

4- Refat Seîd Mihemed Emîn - Berpirsê Liqê Aware.

5- Simko Amêdî – Berpirsê Liqê Duhok-Nînewa(12).

Di konferansê de gelek biryar hatin dayîn ku ev in:

Kovara Pêşkewtin ku hejmara yekem di Kanûna duyem ya sala 1987an de ji 16 rûpelan hate weşandin, hejmara dawîn a qonaxa têkoşîna çiya ya hejmara 22’an di Mijdara 1990’î de hat çap kirin(13). Rê li ber yekbûna Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê bê vekirin. Weşandina gotar û çalakiyan di Radyoya Dengê Kurdistanê de. Piştgiriya Şoreşa Gulanê û Bereya (Cud) û dijayetîkirina siyaseta Erebkirina Başûrê Kurdistanê(14).

Yek ji girîngtirîn çalakiyên siyasî yên vê serdemê, derxistina daxuyaniyeke piştgiriyê ji aliyê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Navdewletî (I.U.S) di sala 1987an de di kongreya Havana de ji bo doza Kurd û Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrat ên Kurdistanê bû. Ev Yekîtî li 127 welat û herêman çalak bû. Herwiha di Tîrmeha 1989 de, beşdarî Kongreya Pyongyang bûn ku ji hêla Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Cîhanê ve hatibû organîze kirin(15).

Di warê perwerdeyê de jî, di dîroka kurdistanê de, bo cara yekê ew berpirsê avakirina dibistanan û dabînkirina mamosteyan û pêdiviyên fêrkirinê li navçeyên rizgarkirî yên Kurdistanê bûn(16).


Çavkanî:

  1. Sasan Ewnî, Yekîtiya Qutebiyên Kurdistanê: Çend Aliyên Têkoşîn û Dîrokê, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 1998), r 70.
  2. Luqman Xerîb, Şehîd Hacî Ebdulrehman: Serdemeke Xweş di Dîroka Tevgera Xwendekar û Ciwanên Kurdistanê de, (Hewlêr, Çapxaneya Rewşenbîrî, 2003), r 68.
  3. Mûsa Ehmed, Rojnamegeriya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdehiyê, 1998), r. 31-32.
  4. - Sasan Ewnî, çavkaniya berê, r 75.
  5. - Luqman Xerîb, çavkaniya berê, 68.
  6. Sasan Ewnî, çavkaniya berê, r 78.
  7. Irfan Ezîz Ezîz, Kongre û Konferansên Yekîtiya Qutebiyên Kurdistanê, Çapa 1, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat-2012), r 87.
  8. Silav ji bo bîranîna 8’an a Konferansa Tebaxê ya 28-30 Tebaxa 1986, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Demokrat a Kurdistan – Yekgirtû, hejmar 2030, (Hewlêr, Duşem, 29.08.1994), r 8.
  9. Sîrwan Osman, Dîrokek geş û karwanekî neşikestî, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2014), r 15.
  10. Irfan Ezîz, çavkaniya berê, r 89-90.
  11. Heman çavkanî, r 90.
  12. Sasan Ewnî, çavkaniya berê, r 118.
  13. Mûsa Ehmed, r 4 – 6.
  14. Irfan Ezîz, çavkaniya berê, r 91 – 92.
  15. Sasan Ewnî, çavkaniya berê, r 122.
  16. Heman çavkanî, r 29, 26.

Gotarên Têkildar