Keko Mela Elî

Keko Mela Elî Mêrgesorî di sala 1917 li qeza Mêrgesorê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Li 12 Tişrîna Duyema sala 2000 li Mêrgesorê koça dawî kiriye û her li wir jî bi axê hatiye spartin.


Di sala 1943 dema Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê vegeriya devera Barzan, peywendiyê bi hêzên şoreşgêran re kiriye û çek hilgirtiye. Ji ber jêhatîbûn û wêrekî û azayetiyê ew kirine Serqol. Beşdariya şerê gundê Bêstir ya binara çiyayê Pîran ya li qeza Mêrgesorê û şerê Meydan Morîk û şerên devera Bilê û Barzan û çiyayê Pîris ya li qeza Akrê de kiriye.

 

Li 11 ê Tişrîna Yekema 1945 piştî şikesta şoreşa duyema Barzan bi malbata xwe re diçin Rojhilatê Kurdistanê. Li 31 ê Adara 1946 li Hêza Barzan ya ser bi artêşa Komara Demokrata Kurdistanê li Mehabadê Pêşmerge bûye. Li şerên bereya Seqiz, bi taybetî şerê bi nav û dengê Qaraweya li Seruçawe de kiriye. Li 2 ê Şubata 1947 piştî rûxana komarê ya li şerê Nelos ji lingê xwe yê rastê ve bi dijwarî birîndar bûye û çavê xwe yê çepê jî ji dest daye. Ji ber dijwariya birînên xwe nekariye bi Barzanî û hevalên wî re biçê Yekîtiya Sovyetê. Ji bo wê yekê bi Şêx Ehmed Barzanî û malbata xwe ve vegeriyaye Başûrê Kurdistanê. Ji ber sedema ku kêmendam bûye, ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve nehatiye destgîr kirin. Piştî başbûna birînên xwe diçe rêze çiyayên Biradostê û heta sala 1958 li wan çiyan maye û bi qaçaxî jiyaye. Ji bo peydakirina xwarin û xorekê çûye gundên deverê û xelkê wan gundan jî hevkariya wî kirine û xwarinê ji bo wî birine û li zivistanan jî ji bo xweparastina ji seqem û sermayê li şikeftên deverê de maye.

 

Di sala 1958 piştî ku Mele Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê vegeriya Iraqê û şoreşa Eylûlê destpêkir, Keko Mela Elî peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşê re kiriye. Bi Hemedemîn Mîrxan Mêrgesorî re bûye Pêşmerge û beşdariya şerê Geliya Zawîte ya li devera Behdînanê kiriye. Li 7 ê Şubata 1962 beşdariya şerê Mirêba ya li navçeya Şêxan ya li devera Behdînanê kiriye.

 

Piştî ku Mele Mistefa Barzanî derbasî navçeya Soranê bûye, Keko Mela Elî bi hêzekê re çûye navçeya Soran. Li wir beşdarî hemû şerên deverê de kiriye. Di sala 1962 li devera Sîdekan yek ji şerên deverê de bi sivikî birîndar bûye. Di sala 1963 li şerê Kêlî Binî Biya bi dijwarî birîndar bûye û ji ber dijwariya birînên xwe nikarê li Pêşmergeyetiyê de berdewam bibê. Her ji ber bandora wê birîna xwe 38 sal li nav cihan de dimîne, hevjîn û zarokên wî xizmeta wî kirine.  

 

Li 16 ê Tebaxa 1996 ji ber wan xizmetên ku pêşkêşî Kurd û Kurdistanê û rêbaza Barzanî kiriye, li 50 saliya salvegera Partiya Demokrata Kurdistanê de, ji aliyê Serok Barzanî ve medalya Barzanî wergirtiye.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir