Îsmaîl Sadiq Bêtkarî

Îsmaîl Sadiq Bêtkarî, naskiriya bi (Îsmaîl Bêtkarî), û di sala 1951 li gundê Bêtkarê ya ser bi qeza Amêdiyê ji dayik bûye. Di sala 1969 peywendiyê bi şoreşa Eylûlê ve dike û li Betalyona Hêza Dihokê dibe Pêşmerge ku Selîm Esed Xoşewî Fermandeyê wê Betalyonê bûye. Heta sala 1975 li wê hêzê de xebatê kiriye û beşdariya şerê Sertîz, Geruyê Omer Axa, Kelî Şeda (Kêlya Şeda) ya li devera Dihokê de kiriye. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê ya sala 1975 Îsmaîl Sadiq vegeriyaye gundê xwe.


Di sala 1976 dûbare peywendiyê bi rêxistinên nihêniyên PDK yên li tixûbê rêxistina Rizgarî ya ser bi Leqa Yek (1) dike. Di sala 1980 vegeriyaye nav rêzên Pêşmerge û li rêxistina Şehîd Xidir Mehmud de erkê Pêşmergeyetiyê encam daye û paşê li rêxistina Selahedînê Eyubî de bûye Cîgirê Berpirsê Serbazî yê rêxistinê.

 

Di sala 1988 li dema operasyona berfireha Enfalê û kîmyabaran kirina navçeya Behdînanê, bi hejmareke zêdeyê Pêşmergeyan û xelkê navçeyê re diçin Bakûrê Kurdistanê û paşê ji bo wargeha penaberan ya bajarê Muşê hatine veguhestin. Di sala 1992 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û bûye Fermandeyê Pelêkî Pêşmerge ya li devera Berwarî Bala ya li parêzgeha Dihokê. Paşê erkê berpirsiyarêtiya Betalyona 3 ya li Kesnezana parêzgeha Hewlêrê wergirtiye. Di sala 1997 bûye Fermandeyê Lîwa ya 18 ya li artêşa 14. Di sala 1998 bûye Fermandeyê Serbazî ya Leşkerên Zêrevanî li Berwarî Bala. Di sala 2000 bûye Fermandeyê Hêzê 7 ya li artêşa 18 û di sala 2002 bûye Fermandeyê Hêza 6 ya li artêşa 14.

 

Li roja 14 ê Tebaxa 1998 li dema hilgirtina mînêk (mayin) li nav qada topa pêya gundê Bêtkar ya li parêzgeha Dihokê, mîn diteqê û li encamê da çavê wî yê çepê ji bînînê dikeve û guhên wî êdî nabihîsin. Li jiyana Pêşmergeyetiyê da nêzîkî 25 şeran da beşdar bûye û heft caran jî birîndar bûye.

 

Li meha Eylûla sala 1986 du bira û du biraza û kurekî Îsmaîl Bêtkarî ji ber bombebarana balafirên cengiyên rejîma Iraqê şehîd bûne. Birayekî wî yê bi navê Îzet li meha Kanuna Yekema heman salê da, şehîd bûye. Sadiq Bêtkarî ku bavê wî jî Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye li sala 1993 li wargeha penaberan ya bajarê Muşê hate jehrawî kirin.

 

Îsmaîl Bêtkarî ji ber kêm endam bûna xwe ve bi pileya Lîwa hatiye xanenişîn kirin û niha li Dihokê dijî. Di sala 2010 li kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve medalya Barzanî wergirtiye.

 

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir