Hîwa Ehmed Mistefa

Siyasetmedar Hîwa Ehmed Mistefa, bi navên (Hîwa Ehmed, Lawik, Siware, Bawkî Bizav), hatiye nas kirin û di sala 1992 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên yazdehem 1993 û diwazdehem 1999 ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.


Siyasetmedar Hîwa Ehmed Mistefa, bi navên (Hîwa Ehmed, Lawik, Siware, Bawkî Bizav), hatiye nas kirin û di sala 1992 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên yazdehem 1993 û diwazdehem 1999 ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2010 berpirsê lîjneya leqa çar ya Silêmaniyê bûye û di sala 2017 bûye berpirsê lîjneya leqa bîst û çarê Sefîn.

 

Jiyanname

Hîwa Ehmed Mistefa di sala 1969 an de li bajarê ( Qeladizê - Ranye) ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 2017 an de bekaloryosa zimanê Erebî bi dest ve aniye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî ye.

 

Xebatname    

Hîwa Ehmed Mistefa di sala 1992 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û heman salê bi pileya Neqîb bûye birêveberê asayîşa bajarê Ranye. Di sala 1993 bi kargêrê lîjneya leqa yazdeh ya Ranye ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve hatiye destnîşan kirin. Nûnerê kongreyên yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2022 li kongreya çardehem da bi‌ endamê komîteya navendî û li yekemîn civîna komîteya serkirdayetiyê de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Di sala 2001 şêwirmendê siyasî yê Wezîrê Navxwe ya li kabîneya çarem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da bûye û di sala 2004 bi pileya Emîd berpirsê parastina lîjneya leqên sê ya Kerkûk û panzdeh ya Xaneqîn û bîst û du yê Germiyan û nozdehê Çemçemal bûye. Di sala 2010 an de berpirsê lîjneya leqa çar ya Silêmanî û sala 2017 berpirsê lîjneya leqa bîst û çar ê Sefîn bûye.

Di sala 2022 an de li kongreya çardehem da bi endamê komîteya navendî û li yekemîn civîna komîteya serkirdayetiyê de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Demokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Taha Muhyedîn Me'rûf

Taha Muhyedîn Me'rûf, ku bi navê (Taha Hacî Mela Muhyedîn), tê nasîn, di sala 1946 an de di (Kongreya Yekemîn) de wekî endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin. Roja Înê, 2 yê Gulana 2003 an, piştî hilweşandina rejîma Seddam Husên, xwe radestî hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye.

Agahiyên bêtir

Seyîd Salih Berwarî

Salih Ebdulxaliq Reşîd, ku bi navê (Seyîd Salih Berwarî), tê nasîn, di sala 1962 an de peywendiyê bi refên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de bûye fermandarê tabûra topavêjiyê ya Leqa Yek a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Şêx Mihemed Hersîn

Mihemed Ebdulrehîm Mihemed, ku bi navê (Şêx Mihemed Hersîn), tê nasîn, di sala 1954 an de bûye endamê leqê di Komîteya Leqa Çar a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraqê. Di sala 1963 an de peywendiyê bi refên hêza Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Celîl Feylî

Ebdulcelîl Ebdulreza Elî, ku bi navên (Celîl Feylî, Bahoz û Semîr), tê naskirin, di sala 1957 an de peywendiyê bi refên Partiya Dêmokrat a Yekgirtî ya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1965 an de tevlî refên hêza Pêşmerge bûye û bêjer û spîkerê zimanê Erebî yê nefermî (Celifa) yê Radyoya Dengê Kurdistanê bûye.....

Agahiyên bêtir

Heme Rezayê Sergeloyî

Endazyar Mihemed Reza Arif Elî, ku bi navê (Mihemed Şêx Rezayê Sergeloyî), tê nasîn, di sala 1960 î de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bûye. Di sala 1961 ê de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1976 an de di Konferansa Berlînê de bûye endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê.

Agahiyên bêtir