Hêmin Hewramî

Akademî û siyasetmedar Hêmin Ehmed Heme Salih, bi navê (Hêmin Hewramî), hatiye nas kirin, Hêmin Hewramî di sala 1991 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye


Akademî û siyasetmedar Hêmin Ehmed Heme Salih, bi navê (Hêmin Hewramî), hatiye nas kirin, Hêmin Hewramî Di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2018 an de bi endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê ji bo xula pêncem hatiye hilbijartin û bûye Cîgirê Yekemê Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê. 

 

Jiyanname

Hêmin Hewramî di sala 1976 an de li bajarê Helebçeyê ji dayik bûye. Di salên (1986 - 1987) bi malbata xwe re wekî penaber koçberî welatê Îranê bûne. Di sala 1999 an de bekaloryosa ziman û edebiyata Îngilîzî ji Zanîngeha Selahedîn - Hewlêrê wergirtiye. Di sala 2021 an de bawernameya doktorayê li beşa peywendiyên navdewletî ya Zanîngeha Soranê wergirtiye. Di sala 2018 an de bi endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê ji bo xula pêncem hatiye hilbijartin û bûye Cîgirê Yekemê Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê. Şarezayê zimanên Kurdî, Îngilîzî, Farisî û Erebî ye.

 

Xebatname

Hêmin Hewramî di sala 1991 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye û di sala 1992 an de berpirsê lîjneya navçeya Helebçe ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê bûye.

 

Di salên (2004 - 2010) bûye birêveberê giştî li Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê, di sala 2011 bûye berpirsê mekteba peywendiyên derveyê Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 2012 an de serpereştyarê desteya şêwirmendiya ragihandina nivîsîngeha taybetî ya Serok û di sala 2017 an de berpirsê karubarê siyasî û peywendiyên giştî yên nivîsîngeha Serok Mesûd Barzanî bûye.

 

Di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2018 an de bi endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê ji bo xula pêncem hatiye hilbijartin û bûye Cîgirê Yekemê Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê. Di sala 2022 li kongreya çardehem da bi endamê komîteya navendî û li yekemîn civîna komîteya serkirdayetiyê de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û bûye berpirsê beşa rêkxistinê.

 

Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir