Ehmed Salar Ebdulwahîd

Ehmed Salar Ebdulwahîd Ehmed bi navê )Ehmed Salar( hatiye nas kirin. Di sala 1947 li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Qonaxên xwendina seretayî û navendî û amadehiyê li bajarê Silêmaniyê xwendiye. Di sala (1971-1972) beşa şano ya li Kolêja Hunerên Ciwanekan (Xweşikiyan) ya bajarê Bexdayê temam kiriye.


Di sala 1961 peywendiyê bi Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye û bûye endam. Di sala 1963 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Piştî derçûna ji Kolêjê bûye Serokê Beşa Drama ya li Radyoya Kurdî ya Bexdayê. Di sala 1973 tîpa şano ya Pêşrewanî yê damezrandiye. Di sala 1974 Birêveberê Şano û Sînemaya Şoreşa Eylûlê ya li navçeya Pênciwên bûye. Li 24 ê Nîsana 1974 li bombebarana bajarê Qeladizê ji aliyê balafirên cengî yên artêşa Iraqê ve, bi dijwarî birîndar bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê vegeriya ye bajarê Silêmaniyê û li wir bûye Yarîdederê (Rektorê) Lêkolînerê Zanistî ya li Zanîngeha Silêmaniyê û her wiha serpereştyarê şano ya Zanîngehê. Yek ji wan kesên ji damezrênerên Tîpa Şano ya Zanîngehê bûye.

 

Di sala 1976 bûye Birêveberê Malbenda Rewşenbîriya Zanîngeha Silêmaniyê. Di sala 1980 heta 1991 mamosta li beşa şano ya Peymangeha Hunerên Xweşikiyên Silêmaniyê bûye. Di sala 1982 li rêya Fazil Reûf re peywendiyê bi rêxistinên nihêniyên Leqa 4 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1991 beşdariya serhildan û raperîna cemaweriya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê ya, li dijî Hikûmeta Iraqê kiriye. Di sala 1991 piştî damezrandina kanala Televizyoniya Kurdistan (Ktv) bûye Birêveberê wê televizyonê yê li bajarê Silêmaniyê.

 

Li 19 ê Gulana 1992 li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê wekî nûnerê bajarê Silêmaniyê li xula yekema Parlemenê de bi Endamê Parlemena Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1993 postê Birîkarê Wezîrê Rewşenbîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye. Heman demê de bi wê berpirsiyariyê re Endamê Komeleya Hunermendên Kurdistanê bûye. Di sala 1999 Serokê Rêxistina Hunermendên Kurdistanê bûye. Li heman demê de mamostayê wanebêj bû li kolêja Hunerên Xweşikiyên Zanîngeha Selahedîn ya li Hewlêrê. Rêxistina Hunermendên Kurdistanê kovarek bi navê Şakar derxistiye û Ehmed Salar Serpereştyarê kovarê bûye. Her wiha Serokê Şano ya Salar û Xwediyê Îmtiyaza Kovara Şano bûye. Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd û Endamê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Endamê Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê bûye. ji bo beşdarî kirina li semînerên navdewletî yên di derbarê warê şano û sînema de serdana her yek ji welatên Almanya û Misir û Îran û Swêdê kiriye. Beşek ji şanoyên wî li ser zimanên Ingilîzî û Erebî û Farisî û Yunanî hatine wergerandin. Li ser dikê şanoyê çend welatek şanoyên wî hatine pêşandan û Endamê Rêxistina Aştî ya Cîhanî ye.

 

Ehmed Salar ji ber çalakiyên xwe yên li warê şano û dramayê çendîn xelatên navxweyî û Iraqî û navdewletî wergirtiye. Di sala 1961 xelata Zexrefe li ser asta Iraqê, di sala 1972 xelata zêrîna madalya Baban ya ji bo baştirîn lîstikvanê Kurd, di sala 1977 li yekem festîvala şanoya zanîngehên Iraqê xelata baştirîn derhêner wergirtiye, di sala 1984 madalya Pêşengeha Şano ya Iraqî wergirtiye, di sala 1978 xelata rêzlênana zanîngehên Iraqî wergirtiye, madalya zêrîn ji ber 70 saliya şanoya bajarê Silêmaniyê, mertala şanaziyê ya Sendîkaya Hunermendên Iraqî wergirtiye, xelata aştî ya cîhanî ji aliyê rêxistina Aştî ya Kurdistanê û çendîn xelatên rêzlênanê û madalyayên din wergirtiye. Çendîn semînerên rêzlênanê ji bo wî hatine saz kirin û rêz li dîroka şanoyî ya wî hunermendî hatiye girtin.

 

Roja 28 ê Tebaxa 2012 ji ber wan xizmetên li warê şano û drama û warên din de kiriye, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.


Berhemên wî:

Ehmed Salar zêdetirê 36 şanogeriyan nivîsiye û 40 pertûkên wî hatine çap kirin ku 24 ji wan di derbarê şano ne. Sedan karên şanoyî kiriye û wekî nivîskar û lîstikvan û derhêner beşdariya çendîn karên drama û sînemayî de kiriye. 32 karên derhênanê yên şanoyî heye û 19 berhemên nîşandana şanoyî heye û bi 17 karên dramaya televîzyonî û 8 karên sînemayî û 4 dramayên radyoyî ku li 30 beşan heta 60 beşan pêkhatine. Bi giştî berhemên wî yên şanoyî û hunerî ji 200 karan pêkhatiye.


Evên li jêr jî çend berhemekî hunermend Ehmed Salar in.

Sezart Lebîrbê, di sala 1968.

Romeo Juliet, di sala 1969.

Xebat, di sala 1970.

Kawayê Hesinkar, di sala 1970.

Min mirovim, di sala 1970.

Gilor, di sala 1970.

Pênc kes li hotelek da, di sala 1970.

Lejêr Xolemêşewe, di sala 1971.

Ewaney Lejêrewen, di sala 1971.

Qebul, di sala 1971.

Cenabî Mufetîş, di sala 1971.

Otomobîlçî, di sala 1972.

Pîskey ter pîr, di sala 1972.

Çalî cergî pîrêjin, di sala 1972.

Gulî xwênawî Operên, di sala 1972.

Şew çereh, di sala 2006.

Arezû, di sala 2018.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurd


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir