Ehmed Resul Elî Husên

Ehmed Resul Elî Husên, nas kiriye bi navê (Ehmed Birno). Di sala 1949 li gundê Girtigê ya li devera Balekayetî ya qeza Çoman a ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê (Îlonê) koçberî welatê Îranê bûye û li Pîranşarê Rojhilatê Kurdistanê nîştecih bûye. Piştî demekê ji bo wargeha Sera û Nîluferê bajarê Kirmaşanê hatiye veguhestin.


Di sala 1967 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û li leqa Balek bûye Pêşmerge. Heta sala 1970 li wir li erkê Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Di sala 1970 li Lîjneya Navçeya Balek bi Mihemed Emîn Reşkê re bûye. Piştî peymana 11 ê Adara sala 1970 bûye pasevanê tixûb ya li devera Rewandizê. Di sala 1974 piştî destpêkirina şerê di navbera Hikûmet û Hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê, Ehmed Birno vegeriyaye nav rêzên Pêşmerge ya hêza Karox ku bi Fermandeyî ya Seyid Selîm bû. Paşê ji bo Qesrê hatiye veguhestin û li Berde Zerd ya li nêzîk gundê Rayat bûye pasevanê Baregeha Barzanî.

 

Di sala 1976 piştî destpêkirina Şoreşa Gulanê çûye bajarê Kerec û bi Îdrîs Barzanî re hevdîtinek encam daye. Paşê bi Erîf Ehmed û Mihemed Rewandizî û Mistefa Elyas re peywendiyê bi hêzên Pêşmerge ya bi fermandeyî ya her yek ji Mulazim Yunis Rojbeyanî û Hemîd Efendî ya li devera Sîdekan kiriye. Li binkeya Geliyê Gosta li pişt deşta Berazgirî ya nahiye ya Sîdekan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bi Hemîd Efendî re bûye. Paşê binkeya wan ji bo Bêrkim ya li devera Sîdekan hatiye veguhestin.

 

Di sala 1991 piştî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê, Ehmed Birno li devera Sîdekan bûye. Paşê bi Hemîd Efendî û Nîhad Barzanî re binkeya xwe veguhestine navçeya Peyman ya li Pîrmam. Ji wir jî ji bo yekîneya 43 ya Fermandeyî ya Helgurd li Soranê hatiye veguhestin.

 

Ehmed Birno li jiyana xwe ya Pêşmergeyetiyê da li çendîn şeran da beşdar bûye. Wekî şerê Korek, şerê Serçiya, şerê Çiyayê Pîran, şerê Sîdekan û sala 1988 destana Xwakurk û carek jî birîndar bûye. Li 28 ê Gulana 2013 ji aliyê Serok Barzanî medalya Barzanî wergirtiye. Li 3 ê Tebaxa sala 2019 ji ber nexweşiyê ve koça dawî kir û li goristana Diyana bi axê hate spartin.

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir