Edith Maubec

Edith Maubec, bi navê (Madam Koçêra), hatiye nas kirin. Li sala 1969 ve karê rojnamevaniyê û wênegirtinê dike. Pîsporê Rojhilata Navîn û Kurdistane û di sala 1971 hejmarek gotarên wê yên li ser Kurdistanê li rojname û kovarên Fransî û navdewletî de hatine belavkirin. Ji ber wan xizmetên pêşkêşî Kurd û Kurdistanê kirine, li sala 2010 û li kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.


Edith Maubec bi navê (Madam Koçêra), hatiye nas kirin. Di sala 1940 li Parîsa paytexta welatê Fransa ji dayik bûye. Bawernameya zanista aborî ji zanîngeha Panthéon ya li Parîsê bi dest ve aniye. Hevjîna Krîs Koçêra yê Rojhilatnasê Fransî ye.

 

Di sala 1969 ve karê rojnamevaniyê û wênegirtinê dike. Bi Krîs Koçêra yê hevjîna xwe re Dezgeha Serbixweya (Free Lance) ya karê rojnamevaniyê li Parîsa paytexta Fransa damezrandiye. Pîsporê Rojhilata Navîn û Kurdistane û sala 1971 hejmarek gotarên li ser Kurdistanê li rojname û kovarên Fransî û navdewletî de belav kirine. Edith Maubec Koçêra (Kutschera), mil bi milê Krîs Koçêra yê hevjîna xwe beşdariya nivîsîna lêkolînan kiriye. Çendîn caran hatiye Kurdistanê û wêne û arşîveke dewlemend li ser pirsa Kurd û Kurdistanê heye.  Krîs Koçêra ji bo pertûkên xwe ji hevjîna xwe sûdeke zêde li arşîv û wêneyan de wergirtiye. Xanima  Koçêra nûçegihaneke jêhatî bûye û yek ji wan nûçegihanane ku bi kamêraya xwe kariye wêrankariya bajarê Qeladizê û tawanên Hikûmeta Iraqê û Sedam Husên nîşanî raya giştî ya cîhan û xelkê bide.

 

Edith Maubec li rojên 11-18 ê kanûna yekema 2010 wekî mîhvan beşdariya kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye. Ji ber wan xizmetên pêşkêşî Kurd û Kurdistanê kiriye, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

 

Berhemên wê:

1- Ertre 1994

2- Dîroka Kurdistanê 2007


 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Selîm Ehmed Selîm Reşo

Selîm Ehmed Selîm Reşo, di sala 1914 li devera Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1945 beşdariya şoreşa duyema Barzan de kiriye. Di sala 1961 bi destpêkirina şoreşa Eylûlê re peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re dike. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê dibe. Di sala 1996 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye. Di sala 2005 koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Se'do Kurkî

Selîm Derbas Hemed bi navê (Se'do Kurkî) hatiye nas kirin. Di sala 1937 li Zaxo ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1970 bûye Serleq, sala 1979 li kongreya nehema Partiya Dêmokrata Kurdistanê de beşdariyê kiriye. Di sala 1987 endamê lîjne û berpirsê beşê serbaziya lîjneya navçeya Zaxo bûye. Di sala 1995 pileya Fermandeya Hêza 17 ê Artêşa Yek ya Zaxoyê wergirtiye. Yek ji hilgirên madalya Barzanî ye û di sala 2012 koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Reşîd Îsomerî

Reşîd Mihemed Feqo bi navê )Reşîd Îsomerî(و hatiye nas kirin. Di sala 1941 li gundê Îsomer ya li devera Barzan ser bi qeza Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1961 piştî destpêkirina şoreşa Eylûlê peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1962 pileya Serqolî wergirtiye. Li 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Yasîn Bêroxî

Yasîn Cewher Mamal, bi navê (Yasîn Bêroxî), hatiye nas kirin. Di sala 1925 li parêzgeha Hekarî ji dayik bûye. Di sala 1946 li Komara Dêmokratîka Kurdistanê de peywendiyê bi hêza Barzan re kiriye. Di sala 1961 bûye Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê. Di 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Mistefa Amêdî

Mistefa Husên Mihemed, di sala 1939 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Şarezayî li bikaranîna bêtelê de hebû, ji ber wê yekê ew berpirsê Bêtelê hêza Behdînan bûye. li 16 ê tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, medalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir