Edhem Barzanî

Siyasetmedar Edhem Osman Şêx Ehmed Şêx Mihemed, bi navê (Edhem Barzanî), hatiye nas kirin. Di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 2010 an de li kongreya sêzdehem da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...


Siyasetmedar Edhem Osman Şêx Ehmed Şêx Mihemed, bi navê Edhem Barzanî hatiye nas kirin. Di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 2010 an de li kongreya sêzdehem da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û di sala 2016 an de bûye berpirsê encumena serkirdayetiya parêzgeha Silêmanî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 

Jiyanname

Edhem Barzanî di sala 1962 an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye û ji malbata şêxên tekiya Barzane û neviyê Şêx Ehmedê Barzanî (1892 - 1969 ) ye. Di sala 1969 an de li gundê Barzan çûye xwendingehê û di sala 1974 an de qonaxa şeşema seretayî li bajarê Bexda temam kiriye û derçûyê qonaxa sêyem ya navendî ye.‌ Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî ye.

 

Xebatname

Edhem Barzanî di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re‌ kiriye. Di sala 1980 an de wekî penaber çûne welatê Îranê û heta raperîna Başûrê Kurdistanê ya di sala 1991 li wir jiyana xwe bi ser biriye.

 

Di sala 1980 an de wekî Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê peywendiyê bi aliyê rastê leqa du ya Partiya Demokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1981 an de berpirsê leqa Îranê ya Yekîtiya Lawên Dêmokrata Kurdistanê bûye.

 

Yek ji damezrênerên Hîzbulaha Kurd bûye û paşê aliyeke bi navê Hîzbulaha Şoreşgêrê Kurd cûda bûye û bi rêberê vê aliyê hatiye nas kirin. Di sala 2003 partiya xwe hilweşandiye û peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye.

 

Di salên (2004 - 2008 ) berpirsê mekteba karubarê eşayirî ya ser bi mekteba Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di salên (2005 - 2009 ) endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê ya li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye‌.

 

Di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û di sala 2016 bûye berpirsê encumena serkirdayetiya parêzgeha Silêmanî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir