Ebdulrehman Resul Hacî Xelîl

Ebdulrehman Resul Hacî Xelîl, naskiriye bi (Ebu Şivan), di sala 1945 li bajarê Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di destpêka sala 1970 de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û di sala 1972 ku hêza Şingalê hate damezrandin, peywendiyê bi wê hêzê ve kiriye ku Mele Husên Marenî Fermandeyê wê Hêzê bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê çûye gundê Bankê û bi komek Pêşmergeyên din re biryarê dane ku azad bin li çûna wan ya welatê Îranê yan mayinê.


Ebdulrehman Resul Hacî Xelîl, naskiriye bi (Ebu Şivan), di sala 1945 li bajarê Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di destpêka sala 1970 de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û di sala 1972 ku hêza Şingalê hate damezrandin, peywendiyê bi wê hêzê ve kiriye ku Mele Husên Marenî Fermandeyê wê Hêzê bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê çûye gundê Bankê û bi komek Pêşmergeyên din re biryarê dane ku azad bin li çûna wan ya welatê Îranê yan mayinê. Ji bo wê yekê Ebdulrehman Resul Hacî Xelîl li gundê Bankê ya li tixûbê parêzgeha Dihokê maye.

 

Di sala 1982 piştî ku ji aliyê Lîjneya Navçeya Dihokê rêxistina serbazî ya Rencberan hate damezrandin, Ebdulrehman Resul Hacî Xelîl ji bo wê rêxistinê hate veguhestin ku Elî Qado Cîgirê wî bûye. Ew Fermandeyê Mefrezeya Şehîd Dilovan bûye û ew mefreze li deverê de mefrezeyekî gerok bûye û ziyaneke zêde bi dijminan gihandiye.

 

Li 30 ê Tişrîna Duyema 1983 Ebdulrehman Resul Hacî Xelîl bi 13 pêşmergeyên din re ku ji bo erkekî serbazî diçine nava bajarê Dihokê û bi hunermend Hesen Elî Xencer û Rêber Teha Mehmud Berwarî re ji aliyê rejîma Be'es ve têne destgîr kirin û piştî şeş mehan li bendîxaneyê man, biryara zîndanî ya herdemî li ser wan da disepînin û dişînin zîndana Ebu Xerîb. Lê belê piştî pênç (5) salan mayina li zîndanê de û piştî operasyona berfireha Enfal û kîmyabaran kirina navçeya Behdînan li 14 ê Eylûla 1988 têne azad kirin. Piştî azadbûna wan ji zîndanê bi Mihemed Elî Exmîr, Yusif Mihemed Exmîr û Star Xalîd re heta 7 mehan dibin Pêşmerge. Di sala 1991 rolekî ber bi çav li rizgar kirina bajarê Akrê de dîtiye û paşê bûye Berpirsê Lîjneya Emnî ya Zaxo û Endamê Bereya Kurdistanê.

 

Di sala 1992 bûye Fermandeyê Hêzên Berxwedanê û paşê erkê Cîgirê Lîjneya Serbazî wergirtiye. Di sala 1997 bûye Fermandeyê Hêzên Partîzanî li Zaxo û Sêmêl ya li tixûbê parêzgeha Dihokê. Ebdulrehman Resul Hacî Xelîl li jiyana Pêşmergeyetiyê de 6 caran birîndar bûye û niha kêm endame û lingê wî yê rastê hatiye birîn. Li kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya di sala 2010 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve medalya Barzanî wergirtiye. Pileya xwe ya Lîwa heye û Endamê Desteya Bilinda Zîndaniyên Siyasiyên Kurdistanê ye.

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir