Ebdula Derwêş Elî

Ebdula Derwêş Elî, bi navê (Ebdula Derwêş Eredinî), hatiye nas kirin. Di sala 1945 li Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1979 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re kiriye. Hilgirê madalya Barzanî ye.


Ebdula Derwêş Elî bi navê Ebdula Derwêş Eredinî hatiye nas kirin. Di sala 1945 li gundê Eredinê ya ser bi bajaroka Sersing ya li qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Heta qonaxa navendî xwendiye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Li devera Doskî ya Jêrî û li cem Esed Xoşewî bûye Pêşmerge. Paşê li cem Seîd Xelîl Xoşewî hatiye veguhestin û karê îdarî birêvebiriye. Ebdula Derwêş sala 1961 li şerên gundê Germik û sala 1964 li şerê Doskî ya Jêrî de birîndar bûye. Di sala 1963 vegeriya ye hêza Dihokê û li wir bûye Berpirsê Komgeha Çek û Teqemeniya wê Hêzê.

 

Di sala 1964 li Baregeha Leşkerî Yek ya li devera Berwarî ya Bala erkê nivîsînên beşa Bêtel û gihandinê wergirtiye. Di sala 1966 li gundê Qesrê ya devera Balekayetî xula birînpêçiyê dîtiye û piştî vegeriya ye Leşkerê Yek, li gundê Qumeye ya li devera Berwarî ya Bala li Nexweşxaneya Şoreşê de li bin destê Dr Muşê ku pizîşkekî Krîstiyan bû kar kiriye. Li heman salê da li gundê Qesrê xulekî şeş mehî ya Bêtelî bi pileyê baş ji aliyê Nurî Heyderî ve temam kiriye. Piştî çend mehek ji nû ve dîtina xulekî dinê Bêtelê bi amêrê nû re ew şandine gundê Rayat. Piştî dawî hatina xulê li beşa Bêtel ya li Barzan de hatiye erkdar kirin û di sala 1971 ji bo Baregeha Barzanî ya li Hacî Omeran hatiye veguhestin.

 

Di sala 1974 piştî despêkirina şer ji aliyê artêşa Iraqê ve li dijî hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê, Ebdula Derwêş şandine Îranê û li Mekteba Peywendiyên Şoreşê ku Dr Şefîq Qezaz Berpirsê Mektebê bû kar kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Di destpêkê de li bajarê Nexede nîştecîh bûye û ji wir ve ji bo bajarê Erdekan ya li parêzgeha Yezd hatiye veguhestin. Di sala 1991 piştî serhildan û raperîna cemaweriya Başûrê Kurdistanê, vegeriya ye Kurdistanê.  

 

Di sala 1979 vegeriya ye gundê Rajan ya li Rojhilatê Kurdistanê û li Dezgeha Bêtel ya Mekteba Siyasî erkê Cîgirê Beşê Peywendiyên Mekteba Siyasî hatiye erkdar kirin. Di sala 1985 li beşa Peywendiyên Mekteba Siyasî ku baregeha wan li Lolan bû kar kiriye. Di sala 1986 bi Serok Mesûd Barzanî re çûye gundê Kanî Sardik ya li navçeya Nêrwe û erkê Bêtelê ya Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê birêvebiriye û piştî şeş mehan vegeriya ye gundê Rajan.

 

Di sala 1991 berî despêkirina serhildan û raperîna cemaweriya Başûrê Kurdistanê, bi Serok Mesûd Barzanî re li Qasime Reş bûye û paşê hengav bi hengav ber bi pêşveçûna raperînên li Ranye, Hewlêr, Koye, Şeqlawe, Pirdê û Korê bi Serok Mesûd Barzanî re bûye. Piştî şikestina artêşa Iraqê û destpêkirina guftûgoyan, sê caran bi Serok Mesûd Barzanî re çûye Bexda.

 

Li 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji ber wan xizmetên ku pêşkêş kiriye, ji aliyê Serok Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.



 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir