Dastana Şarezûr 1982

Ev dastan di 31’ê Gulana 1982’an de li devera Şarezûrê bi hevkariya hêzên pêşmerge yên partiyên Kurdistanî di bereya (CUD) de pêk hat, wek PDK, Sosyalîst û Partiya Komunîst, di vê dastanê de bi dehan leşker û çete hatin kuştin, ligel şehîdbûna 4 pêşmergeyan, paşê hêzên hikûmetê vegeriyan baregeha leşkerî ya Seyîd Sadiq.


Dastana Şarezûr dastaneke din a Pêşmerge bû bi hevbeşî ligel hêzên eniya (CUD), di navbera Seyîd Sadiq, Helebce, Zerayen û Darbendîxan de hatiye tomarkirin ku dema Sê rojan dewam kir, bereya (CUD) di 28ê Mijdara 1980ê de di navbera partiyên Kurdistanî yên wek Partiya Demokrat a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Iraqê, Partiya Gel a Demokrata Kurdistanê û Partiya Sosyalîst a Kurd (PASOK) de hat avakirin, navê wê kurteya bereya Niştîmanî a Demokratîk e, armanca avakirina vî berey ew bû ku partiyên Kurd di bin siya yek berey de rûbirûyê rejîma Be's bibin yek.

Destpêka Dastana Şarezûrê vedigere hêzên Pêşmerge yên ku ji gundê Şîremere ber bi Gêlek, Girê Qazî û Tepe Zêrîne ve çûn ji bo dewriye û lêdana saziyên leşkerî yên Be'sê, rojekê li gundên Tepeserqole, Kişyerî, Qacir, Girê Şerîf û Dolaş ên herêma Şarezorê man, di heman rojê de hêzeke mezin a artêşê û ceşan bi piştevaniya tank, top û firokeyan li gundên Tepeserqole, Kişyerî û Çem Zelmê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin, Hêzên Pêşmerge bi serokatiya Mihemed Hacî Mehmûd, Nadir Hewramî û Azad Qeredaxî ku berpirsên bereya (CUD)ê li wê deverê bûn, di saet 10.00’an de dest pê kir û heta saet 16.00’an berdewam kir, di wê dastanê de bi dehan leşker û ceşên rejîma Be'sê hatin kuştin, di nav Hêzên Pêşmerge de çar şehîd hebûn bi navên Mihemed Qute, Barzan Salih, Mihemed Serawî û Sîrwan Saedûn Kerkûkî, ligel welatiyê bi navê Xerîb xelkê gundê Tepeserqole, piştî ku şer bi dawî bû hêzên hikûmetê vegeriyan baregeha leşkerî ya Seyîd Sadiq.


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî: Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruksana, 2021.

  2. Nûrî Heme Elî: Dîroka şerê pêşmergeyekî di navbera jiyan û mirinê de, çapxaneya Şehab, çapa 2, Hewlêr – 2016.

  3. Seyîd Kaka: Bîranînên Pêşmergeyekî, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, çapa 1, 1997.

  4. Cemal Fethullah Teyib: Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd li Başûrê Kurdistanê 1976-1980, çapa 1, Çapxaneya Şehab, Hewlêr-2012.


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir