Dastana Etrûş 1987

Di 5’ê Kanûna duyem a 1987’an de artêşa Iraqê û çeteyên wê bi piştevaniya tank, maşînên zirxî, top û balafirên şer li herêma Etrûş û Şêxanê êrîşeke berfireh li dijî hêzên Pêşmerge pêk anîn, şer 13 heta 15 rojan berdewam kir, her çend hêzên hikûmetê karîn hinek deveran kontirol bikin, lê piştre hêzên Pêşmerge bi piştevaniya hêzên berevaniya niştimanî yên niştecihên wê deverê, karîn li ber xwe bidin û wan têk bibin.


Etrûş navçeya herî kevin a Kurdistanê ye, ku li navçeya Şêxan a  herêma Behdînan e, Piraniya niştecihên wê kurdên misilman in, xiristiyan û êzdî jî beşek ji niştecihan e.

Etrûş jî weke hemû navçeyên din ên Kurdistanê, çendîn caran gundên wê ji aliyê rêjîma Be's ve hatin wêrankirin, ji ber ku gelê herêmê di warê şoreş û berxwedanê de hertim piştevaniya şoreşê kiriye ([1]), ji ber vê yekê hukûmetê ji bo ku serdestiya şoreşa kurdî kêm bike û vegerîne bin kontrola dewletê dest bi kampanya leşkerî kir.

Yek ji dastanên ku li herêmê qewimî êrîşa mezin a artêşa Iraqê ya di 4ê Kanûna duyem a 1987an de bû, ku bi hêzeke mezin bo navçeyê pêş de çû, pêşî, rêyên herdu bajarokên Sersing û Bamernê girtin, hêzeke mezin jî anî Dêrelokê û Şêxanê, di heman demê de ji aliyê komîteyên navçeyên Şêxan û Akrê ve serkirdayetiya şoreşê hate agehdarkirin ku li Bakrman, Etrûş, Korên Gavana, Bagêra û Siwaretûka tevgera leşkerî heye([2]), di 5’ê Kanûna duyem a 1987’an de artêşa Iraqê li herêma Şêxan piştî saet 12.00’an bi piştgiriya çeteyên (Caş) êrîşî çeperên Pêşmerge kirin, hêzeke din a çeteyên ku ji herêma Soran hatiye û beşdarî şer bûn, hemû hêz li gelî Qêrkî û Şêx Hadî kom bûn û topxane danîn û li ser çar bereyan hatin dabeş kirin:

  1. Bereya Etrûş ber bi Kela Kanîka ([3]) heta lûtkeya Bêrkyatê, hêzên pêşmerge û hêzeke berevaniya niştimanî li gundên Kanîka, Bêrkyatê, Şkeftê, Kanî Mazê û Bêbadê rûbirûyê wan bûn.

  2. Bereya Nisra heta Hesneka, ji aliyê hêzên pêşmerge û hêzên berevaniya niştimanî ve li gundên Nisra û Hesneka hatin bersivandin.

  3. Li bereyên Baraş Siyar û Spîndara bi du rêxistinên Hêzên Pêşmerge û Hêza Berevaniya Niştimanî ya Siyar û Spîndara û gundên derdorê re ketin şer ([4]), ji ber ku di wê qonaxa şoreşê de hemû betalyon û hêz hatibûn hilweşandin, hemû hêzên Pêşmerge li gor rêxistina partiyê di nava rêxistin û navçeyan de hatibûn birêxistinkirin ([5]).

  4. Li bereya Bakirman û Çem Ribetkê û Sêdera Hêzên Pêşmerge bi farmandariya Temer Koçer û Hêzên Berevaniya Niştimanî rûbirû wan bûn, şerên dijwar wê şevê ji her çar çeperan heta sibehê dewam kirin, lê hikûmetê nekarî pêşde biçe, serê sibê dest bi topbaran û bombebarankirina deverên Berwarî û Mizûrî kir, jin û zarok ji ber topbaran û êrîşên asmanî ji gundên xwe derketin û di zivistana sar de berê xwe dan şikeft, dol û newalên Çiyayê Gare, yên din ên ku dikaribûn çek hilgirin, çûn qada şer ([6]).

Her weke ku di nameyeke navçeyan Şêxan a hêzên Pêşmerge de bo serkirdayetiya şoreşa hatiye ragihandin, di 6'ê Kanûna duyem a 1987'an de hikûmetê li bereya Etrûşê sê êrîş li ser Kela Kanîka pêk anîn û her sê êrîş jî hatin têk birin, paşê bi alîkariya çend çeteyên (Caş) û hêzên Mexawîr derbasî Kela Kanîka bûn û pêşmergeyekî Partiya Komunîst yên beşdarî şer bûn kuştibû, termê wî ketibû destê hêzên hikûmetê, êvara heman rojê hêzên hikûmetê gihiştin Hesneka û hejmarek ji serokcaş û serokên çekdarên kirêgirtî di şer de beşdar bûn, Helîkopteran zêdeyî 20 êrîşên asmanî li qadên şer pêk anîn, tevî ku hêzên hikûmetê derbeyên giran xwarin jî, lê di nava Pêşmerge de 2 şehîd hebûn, pêşmergeyek winda bû û yek jî birîndar bû, di heman rojê de hikûmet ji bereya Bakirmanê ber bi Warê Mergê ve bi pêş ve çû.

Tevî sarmaya deverê jî di 7ê meha Kanûna duyem de li bereya Şêxan şerên dijwar dewam kirin, êrîşên artêş û hêzên hikûmetê ji aliyê bereya Etrûş ve ber bi Kela Kanîka, Bêwzê û Hesenka ber bi herêma Şêxan berdewam kirin, her çende hêzên Pêşmergeyên navçeya Şêxan berxwedaneke mezin nîşan dan û karîn êrîşên hikûmetê têk bibin ([7]), lê hêzeke liqê 1 bi serpereştiya Seyîd Salih û hêzeke herêma Dihokê bi serpereştiya Sadû Korkî û Mihemed Şefîq bo piştevaniya Hêzên Pêşmerge yên Komîteya Gulanê beşdarî şer bûn ([8]).

Di 8'ê Kanûna duyem a 1987'an de şereke giran li herêma Şêxan dewam kir û Pêşmergeyên Komîteya Dihokê ji bo piştgirîya Komîteya Şêxan giheştin ser sînor û ji herêma Zaxoyê jî pêşmerge di rê de bûn, di wê demê de hêzeke çeteyan ji Warê Mêrge li pişt Bakirmanê paşve kişiyan û reviyan û gelek amûr li pey xwe hiştin, li bereya Spîndarê jî pêşmergeyên navçeyên Şêxan û Dihokê êrîşî çeteyan kirin û ew têk birin, hejmarek mezin ji wan kuştin û hinek termên wan jî ketin destê Pêşmerge, 8 çetey jî dîl ketine destê Pêşmerge ku xelkê Dihok, Şêxan û Kanî Masê bûn. Di vî şerî de 8 kelaşnîkov, yek selîb û yek jî RBK ketin destê Pêşmerge, du pêşmerge jî şehîd bûn  ku yek ji wan ê navçeya Şêxan û yê din jî yê navçeya Zaxoyê bû, yeke din jî ê Hêzên berevaniya niştimanî ku xelkê gundê Hesneka ye winda bû ([9]).

Di 9’ê Kanûna duyem a 1987’an de hêzên hikûmetê li bereyên Spîndar ê, Bakirmanê û Hesneka bi temamî têk çûn û tenê Kela Kanîka di dest da ma, Ziyanên wan jî bi vî awayî bûn:

Li bereya Kanîka çil kuştiyên wan hebûn, di nav wan de du efserên bi rutbeya Rayid û bêtelek jî hebûn, herwiha 5 leşker jî dîl ketine destê Pêşmerge, li bereya Spîndarê jî 32 leşker hatin kuştin û birîndar kirin, 4 termên wan ketin destê pêşmergeyan û 8 leşker jî dîl hatin girtin, li Hesneka jî 30 leşker hatin kuştin û birîndarkirin.

Ji bo fişara êrîşên hikûmetê yên li qada şer sist bikin şeva 11-12ê Kanûna duyem a 1987ê Pêşmergeyên Komîteya navçeya Dihokê çalakiyeke partîzanî pêk anîn, Operasyona Pêşmerge li nava bajarê Duhokê li dar xistin, wan çend cih, bingeh û baregehên hikûmetê kirin armanc û helîkopterek li qada şer hate xistin û li Etrûş ket xwarê, di 14ê Kanûnê de li bereya Şêxan şer û pevçûn gelek germ bûn û hikûmetê li bereyên Kanîka û Spîndarê bi piştgiriya tank, top û balafiran êrîşeke mezin li dijî pêşmergeyan pêk anî, bi tundî navçe bombebaran dikir, karîn xwe bigihînin Bêbadê, lê hêzên Pêşmerge karîn hinek cihên ku berê li Sêdera, Baranê û Kanî Mazê di dest wan de bûn carek din bigirin, di van şeran de hêzên rejîmê derbeyên giran xwarin, di nav Hêzên Pêşmerge de şehîdek û 11 birîndar û du şehîdên berevaniya niştimanî hebûn([10]).

Di 15’ê Kanûna duyem a 1987’an de artêşa Iraqê û çeteyên wê nêzî Navenda Komîteya navçeya Şêxan bûn, lê belê ji ber berevaniya xurt a Pêşmerge neçar man paşde vekişin û şikestin, eşkere ye ku ji 13 heta 15ê Kanûna duyem a 1987an şer û pevçûn pir dijwar û berdewam bûn, Pêşmerge û hêzên berevaniya niştimanî bi pilaneke saxlem şerê wan kirin heta ku karîn wan têk bibin. Lê belê hemû gundên destên çeteyan gihiştiyê weke Bêbadê, Karava û Agoşê talan kirin û şewitandin.

Tevî çend rojan ku Pêşmerge mijûlî berevanîkirin û rûbirûbûna êrişên tund ên hêzên hikûmetê bûn, lê dîsa jî çalakiyên xwe yên Pêşmerge berdewam kirin, di 21’ê Kanûna duyem a 1987’an de pêşmergeyên Rêxistinên Şehîd Emîn Nisirî û Şehîd Mehmûd Êzîdî li Şêxanê û Rêxistina Şorş a navçeya Zaxoyê, bi topên 120mm baregehên çeteyên Erşed Zêbarî yên li Şermin û Bekirmanê bi tundî topbaran kirin û ziyanek mezin gihand wan ([11]).

Di dawiya şer de, artêşa Iraqê û çeteyên wê derbeyên giran xwarin, hate diyarkirin ku nêzî 300 çete û leşkeran hatine kuştin, 12 otomobîlên leşkerî hatin şewitandin û 30 çekên kelaşnîkov û hejmareke zêde ya gulletopên 120 mm ketin destê Pêşmerge, di ziyanên şoreşê de 30 şehîd û birîndar ji hêzên pêşmerge û hêzên berevaniya niştimanî hebûn ([12]).


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa 1, Çapxaneya Ruksana, 2021.

  2. Hittpis://wwiw.facebook.com714717478634550/photos

  3. Şimal Zêbarî, Çend rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa 1, çapxaneya Rojhelat, Hewlêr – 2015.

  4. Gazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî de... Hacî Bêroxî, Berg 2, Çapa Duyem, Tirkiye-2021.

[1] -hittpis://wwiw.facebook.com/714717478634550/photos/%D

[2] - Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa 1, Çapxaneya Ruksana, 2021, r 65.

[3] -Kelha bi planeke leşkerî ya qayîm hatiye avakirin, li ser girekî li ber gundê Kanîka bû û serdestiya Etrûş û Geliyê Berwariyan bû. Şimal Zêbarî: Çend Rastiyên Veşartî di Şoreşa Gulanî de, Çapa 1, Çapxaneya Rojhelat, Hewlêr – 2015, r 355.

[4] - Şimal Zêbarî, heman Çavkanî, r 356.

[5] - Gazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî de... Hacî Bêroxî, Berg 2, Çapa Duyem, Tirkiye-2021, 369.

[6] - Şimal Zêbarî, heman Çavkanî, r 356.

[7] - Mesûd Barzanî, heman Çavkanî, r 66.

[8] - Şimal Zêbarî, heman Çavkanî, r 360.

[9] - Mesûd Barzanî, heman Çavkanî, r 67.

[10] - Mesûd Barzanî, heman Çavkanî, r 68.

[11] - Mesûd Barzanî, heman Çavkanî, r 69.

[12] - Şimal Zêbarî, heman Çavkanî, r 373.


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir